Serrûpel-Konmala Nûçeyê-Nûçe
Nûçe
Hevdîtina Sefîrê Koreya Başûr Yeondoo Jeong
Hevdîtina Sefîrê Koreya Başûr Yeondoo Jeong
Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê (OBPW) mazûvaniya Balyozê Koreya Başûr Yeondoo Jeong kir.   Di civînê de li ser zêdekirina qebareya bazirganiyê ya di navbera Wan û Koreya Başûr de, rewşa jeopolîtîk ê parêzgeha Wanê, qadên veberhênanê û derfetên hevkariyê de axivîn.   Serokê Lijneya Rêveberiyê ya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê Necdet Takva, axaftina xwe de bal kişand ser cih û girîngiya stratejîk a Wanê di nav aboriya Tirkiyeyê de û diyar kir ku aboriya bajêr bi giranî li ser sektora xizmetê ye. Takva got, 'Wan, bi 21,000 kîlometreçargoşeyî, yek ji pênc parêzgehên herî mezin ên Tirkiyeyê ye. Li Wanê de 1,118,000 kes dijîn, em 19emîn parêzgeha herî mezin a welêt in.   Beşa xizmetê ji sedî 62ê aboriya me pêk tîne, ku ev beş wekî geştiyariyê, perwerdehiyê û tenduristiyê vedihewîne. saziyên biçûk ji sedî 16 pêk tînin, lê para ajaldariyê jî ji sedî 22 pêk tîne. Em di hilberîna ajalên piçûk de li Tirkiyeyê di rêza yekem de ne; 3.5 mîlyon pez û 160,000 serî dewarên me hene. Lêbelê, divê em çalakiyên xwe yên geştiyariyê bidin pêşiyê.'   Sefîrê Koreya Başûr Yeondoo Jeong di civînê de li ser rewşa aborî ya heyî nirxand. Wî destnîşan kir ku tevî ku bazirganiya salane ya di navbera Tirkiye û Koreya Başûr de ji 10 milyar dolarî derbas dibe, lê mixabin di navbera Wan û Koreyê de tu têkiliyên bazirganî nehatine danîn. Sefîr bal kişand ser hevkariyên heyî yên di navbera gelek bajarên Tirkiye û Koreya Başûr û diyar kir ku pêşgaviyên bi vî rengî dikarin li Wanê jî werin kirin, ev yek nîşan dide ku potansiyela bazirganiyê ya girîng a Wanê heye.
Kîtekît
Dîroka Veserbûnê : 17.10.2025 10:00
Xwendinê : 231
Taştêya Wanê  Tirkiyeyê anî rêza yekem
Taştêya Wanê Tirkiyeyê anî rêza yekem
Tacê Taştêya Tirkiyeyê Taştêya Wanê ye.Taştêya Wanê Tirkiyeyêanî rêza yekem.   Rêbernameya gastronomiyê ya navdar a cîhanê TasteAtlas, lîsteya '50 Taştêyên Herî Baş ên Cîhanê' ji Pûşbera 2025-an vir ve weşand. Di serê lîsteyê de, taştêya kevneşopî ya Tirkiyeyêbi 4.8 xalan wekî taştêya herî baş a cîhanê hate hilbijartin.   Sedema herî mezin a yekembûna Taştêya Tirkiyeyê, Taştêya Wanê ye. Zêdetirî 20 berhem, hilberên xwezayî, xebatên tomarkirina nîşanên erdnîgariyê ya berhemên herêmî, cihgirtina wî ya Pirtuka Rekoran ya Guinnessê, ragihandina Roja Taştê ya Cîhanê ku her sal Yekşema yekem a meha Pûşberê tê pîrozkirin. Bi kurtasi ev hewldan û xebatên me taştê li rojevê de hişt.   Di encama xebat û lêkolînên Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê, Taştêya Tirkiyeyê wekî taştêya herî baş a cîhanê hate hilbijartin. Heya niha Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê ji bo parastin, nasandin û xwedî derketinataştêyêçi kiriye? Xebatên ku ji hêla Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê hatine kirin …   XEBATÊN OBPW 1- Di 1ê Pûşberê sala 2014an li Kela Wanê de beşdarbûna 51 hezar 793 kesan Sifreya Taştê ya Herî Mezin a Cîhanê hate şikandin û ev rekor ket Pirtûka Rekorên Cîhanê ya Guinnessê. 2- Sala 2019an de rojek ji cîhanê re hate diyarî kirin û ji hêla OBPW ve wekî 'Roja Taştêya Cîhanê' hate ragihandin. 3- Taştêya Wanê ket Lîsteya Mîrata Çandî ya UNESCOyê. 4- Wezareta Karên Derve her sal Yekşema yekem a meha Pûşberê li seranserê cîhanê wekî 'Roja Taştêya Cîhanê' ragihand. Îsal Roja Taştêya Cîhanê ya 6emîn hate pîrozkirin. 5- Xebatên tomarkirinê ya nîşana erdnîgariyê ya Taştêya Wanê hate qedandin. 6- Hewldanên tomarkirina nîşanên erdnîgariyê ya berhemên Taştêya Wanê berdewam dikin. 7- Penîrê Gîyayê ya Wanê, Kulîçeya Wanê, Mirtuxe, Qawît wek nîşanên erdnîgariyê hatin tomarkirin û xebatên tomarkirina Rîçala Gulê, Nanê Tenûrê û Jajiyê jî berdewam dikin. 8- Pêvajoya tomarkirina Penîrê Gîyayê ya Wanê li saziya Yekîtiya Ewropayê jî berdewam dike.   Li gorî Lîsteya TasteAtlas, 10 Taştêyên Herî Baş ên Cîhanê: 1. Taştê (Tirkiye) - 4.8 2. Komplet Lepinja (Sirbîstan) - 4.6 3. Sfinz (Lîbya) - 4.6 4. Kaleh Pacheh (Îran) - 4.6 5. Croissant (Fransa) - 4.5 6. Jianbing (Çîn) - 4.5 7. Sfiha (Lubnan) - 4.5 8. Pao de Queijo (Brezîlya) - 4.5 9. Katmer (Tirkiye) - 4.5 10. Bougatsa (Yewnanistan) - 4.5
Kîtekît
Dîroka Veserbûnê : 11.06.2025 06:00
Xwendinê : 374
Şûraya  Aboriyê ya Tirkiyeyê
Şûraya Aboriyê ya Tirkiyeyê
Serokê me yê Lijneya Rêveberiyê û Civatserokê Odeyên Bazirganî û Pîşesaziyê ya TOBBê Necdet Takva û Serokê me yê Meclîsê Turan Avci beşdarî Şûraya Aboriyê ya Tirkiyeyê bûn.   Şûra, bi mazûvaniya Serokê Yekîtiya me M. Rifat Hisarciklioglu û beşdariya Alîkarê Serokomar Cevdet Yilmaz, Wezîrê Bazirganiyê Omer Bolat, Wezîrê Xezîne û Darayî Mehmet Şimşek, Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mehmet Fatih Kacir, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Alparslan Bayraktar, Wezîrê Xebat û Ewlehiya Civakî Vedat Işikhan, Wezîrê Çandinî û Daristanê Îbrahim Yumakliyê de li TOBBê hat lidarxistin.   Serokê OBPW Necdet Takva di civînê de li ser; Qedandina Rêya Wan û Şirnexê, Avakirina xeta rêhesin ya bênavber, Vekirina navendên bazirganiya sînor ya Deriyên Hanesor û Çilliyê, Piştevaniyên navendên bangewaziyê û beşa tekstîlê, Li Wanê vekirina Konsolosxaneya Îranê, Derfetên pasaporta kesk li bazirganan re, Avakirina herêma pîşesaziyê ya hevpar a Tirkiye û Îranê, Deriyê Ûzûmlûyê bi destê GTI were nûjenkirin, Rêya Hawirdorê ya Wanê were qedandin, Xurtkirina piştevaniyên herêmî, Zêdekirina piştevaniyên bicihkirina xebatkaran, Derbasgeha Kuskunkiranê ya duyem were qedandin û pirsgirêkên darayî û aboriyê, bazirganiya derve, kêmasiyên deriyê sînor û hewcedariya hejmarên balafiran her wiha venêrîna kargehan de axivî.
Kîtekît
Dîroka Veserbûnê : 26.05.2025 05:00
Xwendinê : 354
Daxuyaniyên Serokê OBPW Necdet Takva
Daxuyaniyên Serokê OBPW Necdet Takva
Serokê Lijneya Rêveberiyê ya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê Birêz Necdet Takva, derbarê bûyerên çil salên dawî û her wiha avhewaya aştiyê û çekdanînê ya ku li ser bandora aboriya herêmê de daxuyanî da Rudaw TVyê Beriya her tiştî, ez dixwazim kêfxweşî û dilşadiyên xwe ya li hember pêşketinên di demên dawî de, avhewaya aştiyê ya ku hatiye afirandin û danîna çekan nîşan bidim. Herêma Rojhilata Anatolyayê nêzîkî sedsalek e şahidiya bûyerên awarte û aloziyan bûye. Me qet rojek asayî nedît; jiyana me û rewşa me her tim derasayî bû. Ev rewş bû sedema gelek windahiyên civakî û aboriyê. Gundên me vala bûn, xwedîkirina ajalan rawestiya, çandinî rawestiya. Rewşa aboriyê li gundewariyê xirab kir. Gelê me yê gundan ber bi bajaran ve koç kirin. Bajarên me bûne gundên mezin. Pêş neket û geş nebûn. Bi taybetî, her çend parêzgeha Wanê, di warê nehêniya ajaldarî û milkên çêregeh/merayan de, di rêza yekem a welat de be jî, lê mixabin, di warê pêşveçûna aboriyê de di rêza dawîn de ye. Ciwanên me koçî bajaran kirin, li hemû şantiye û avakirina xaniyên welatê me de xebitîn, ketin û jiyana xwe ji dest dan. Lê mixabin ew nekarî bûn malên xwe ava bikin. Ciwanên me yên xwende, bajarên me terikandin û li bajarên yên wekî Stenbol, Enqere, Edeneyê her wiha derketin derveyî Welat li Ewropayê belavbûn. Dewlet, bi salan, ji ber fikarên ewlehiyê, veberhênanên xwe di vî warî de çêkir. Ev rewşa hanê tê îdîa û diyar kirin ku bûye sedema zirara ser 2 trîlyon dolarî. Em nikarîbûn nehêniyên xwe ya geştiyariyê bi kar bînin. Veberhênerên ji welatê me û welatên biyanî li herêma me bi xetere û talûke temaşe dikirin. Aktorên cîhana me ya karsaziyê, rastî zehmetiyan hatin, lê dîsa jî, me veberhênan û bazirganiyên xwe li vir kirin, me bajêr ne terikand. Mixabin, hin ji gelek karsaz neçar man ku dev ji veberhênanên xwe berdan û bajêr terikandin. 'Me baweriya xwe ya aştiyê tu caran vinda nekir' Ez, teqez dixwazim vê bibêjim; girîngtirîn qada veberhênana aboriya herêma me, xwedîkirina ajalan e. Werin li vê herêmê veberhênanê bikin! Di dawiyê de, ez dixwazim vê yekê bibêjim; 'Ez, hemû kesan, hemû nêrînan, hemû beşên vî welatî vedixwînim ku di Roja Taştê ya Cîhanê de, ku dê roja Yekşemê-1ê Xezîranê 2025an de were pîrozkirin, li ser heman sifreyê werin cem hev da ku vê aştiya hêja, ji bajarê me, herêma me, welatê me bigire heta cîhanê, tacîdar bikin. Werin em pêkanînên xwe ya Sifre Taştêya Herî Mezin a Cîhanê ya ku beşdarbûna 51 hezar kesî biguherînin û 86 mîlyon hemwelatiyên xwe, bi dil û can Sifre Aştiyê ya Herî Mezin de bînin cem hev. Aştî pîroz be! Bila biratiya me her û her be! Bila welatê me dewlemend be! Spas, ji hemû xebatkar, kedkar, biryardar û zehmedkêşanên ev roja pîroz!      
Kîtekît
Dîroka Veserbûnê : 13.05.2025 05:00
Xwendinê : 442
Wan li Hewlêrê!
Wan li Hewlêrê!
Wan li Hewlêrê! Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê ji bo danasîna parêzgeha Wanê beşdarê 'Pêşangeha Geştiyariyê ya Rojhilata Navîn' bû.   Çanda dewlemend ya pêjgeha Wanê li parêzgeha Hewlêrê, Pêşangeha Geştiyariyê ya Rojhilata Navîn de derket pêşberî gel. Penîrê Wanê, Kulîçeya Wanê, Nanê Loş, Hingivê Wanê Mirtuxe û Qawut ji mêvanan re hatin belavkirin. Her wiha li ser nasandina Wanê agahî hate dayîn.   Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Birêz Mesrûr Barzanî serdana pêşkêşgeha me kir. Endamê me yên Lijneya Rêveberiyê Birêz Mesrûr Barzanî vexwend parêzgeha Wanê.     Di roja yekem a Pêşangeha Geştiyariyê ya Rojhilata Navîn de pêşkêşgeha me gelek balkişand. Berpirsên hikûmeta Herêma Kurdistanê, karsazên beşa geştiyariyê, nûnerên ji Iraq û welatên Rojhilata Navîn yên ku beşdarî pêşangehê bûn, hatin serdana me.   Mêvanên ku serdana pêşkêşgeha me kirin bi derfeta Berçavka Rastiya Xeyalî cihên dîrokî û xwezayî ya parêzgeha Wanê ceribandin. Serkonsolosê Hewlêrê yê Tirkiyeyê Birêz Erman Topçu, li Pêşangeha Geştiyariyê ya Rojhilata Navîn de hat serdana pêşkêşgeha me. Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Birêz Qubad Talabanî hat serdana pêşkêşgeha me.     Parêzgeha Wan, bi xwarin û vexwarinên xwe yên xwemalî û nehêniyên geştyariyê bala beşdarên pêşangehê kişand. Di roja duyemîn ya Pêşangeha Geştiyariyê ya Rojhilata Navîn de ji bo nasandina nirxên Wanê yên xwezayî, dîrokî, geştiyarî û berhemên herêmî hewldanên me berdewam dikin.      
Kîtekît
Dîroka Veserbûnê : 13.05.2025 05:00
Xwendinê : 412
Ji Çapemenî û Raya Giştî re
Ji Çapemenî û Raya Giştî re
Ji Çapemenî û Raya Giştî re Bûyerên germ, pirsgirêk, koçberî, guhertinên siyasî, nakokî, pozberî û gelek hêmanên din ên li erdnîgariya Rojhilata Navîn û her wiha bandora aboriya cîhanî, hewce dike ku aştiya navxweyî ya welatê me, ji her demê bihêztir bibe. Em çavdêrî dikin ku di pêvajoya dawî de, Pirsgirêka Kurd, pêçokeya çek û tundiyê tê derxistin û ji bo çareserkirinê di ser zemîna hiqûq û siyasetê de tê nirxandin. Di vê wateyê de, bi taybetî jî aktorên siyasî; ji bo xurtkirina aştiya navxweyî û avakirina pêşerojeke geştir, divê raya giştî, hêzên hiqûqî, aktorên cîhana karsaziyê, civaka sivîl û hemû beşên civakê bi dilniya, avaker û bi biryar bin. Ji bo zindîkirina ruhê welatê hevpar, bi hikûmet, opozîsyon û hemû kes parçeyek ji yekîtiyê ne, lewma di vî warî de berpirsiyarî li ser her kesî ye. Hemû kes, hemû sazî, hemû herêm, hemû bajêr; ziman, reng, nesl, pîşe û hemû nasnameyên din; hemû destkeftiyên welat ya me ye. Her tiştên ku winda bûye jî ji destê me çûye. Di vê çarçoveyê de em di wê baweriyê de ne ku; ruhê biratiyê yê ku ji aliyê siyasetê ve hatiye rojevê, wê li hemû qadên jiyanî belav bibe û bi taybetî jî avakirina aştiya civakî û pêşxistina aboriyê, wê sûdê ji welatê me re bîne. Îrade û helwesta siyasetmedaran a li ser vê mijarê û hişmendiya hemû beşên siyasî û civaka sivîl, diyar dike ku aştiya civakî çiqasî girîng e. Em wek beşek ji civaka sivîl û cîhana karsaziyê, bi ezmûnên xwe yên neteweyî û navneteweyî destnîşandikin ku; li cihê ku aştî û bawerî hebe, dê pêşveçûnê çêbibe û aboriyek pêşkeftî bi aştiyê pêkan e. Ji ber vê yekê em bawer dikin ku her destê dirêjkirî, her gotûbêj, her rûyekî bişirîn, her feraseta erênî, her rexneyek çêker, wek pêdiviyeke demokrasiyê, dê welatê me yê hevpar Komara Tirkiyeyê bihêztir bike. Avhewaya ku demên borî de me ceribandibû, ji aliyê siyasî, hiqûqî, aborî û derûnî ve wek şahidên bandora wê pêvajoyê; em di wê baweriyê de ne ku aştî ne pir zehmet û ne jî pir dûr e. Herêma ku em lê dijîn; rewşa me ya civakî û her wiha Pirsgirêka Kurd ku bi salan e li benda çareseriyê ye, bandora wê li ser herêma me heye û nîşan dide ku pêdiviya me bi zêdetir aştiya civakî heye. Ji ber vê yekê, em pir dilşad in ku avhewaya siyasî nerm bûye. Her wiha, em ji dil bawer dikin ku bazirgan û karsazên li her devera welatê me, xwedî heman ramanê ne. Ruhê aştî û biratiyê û helwesta jiyana bi hev re, ku bi sedsalan taybetmendiya gelê me nîşan daye, bingeheke girîng a vê avhewayê ye. Em difikirin ku; aştî, biratî, aramî û dadmendî, sazgerên herî girîng ên jiyana bi hev re û welatekî hevpar in. Bi taybetî em girîng dibînin ku aktorên pispor û xwedî tecrûbe ku bi salan e siyaseta welatê me birêve dibin, di vê pêvajoyê de bêtir di nava têkiliyê de bin. Di warê veberhênan, bikaranîn û geşepêdana aborî ya welatê de pêdiviya me bi têkiliyan heye. Em dixwazin rewş êdî asayî bibe. Bi van hest û ramanan, em ji raya giştî re radigihînin ku em di wê baweriyê de ne, ji bo ku avhewaya aştiyê ya ku derketiyê holê awayekî rast were bikaranîn, dê rêveber bi berpirsyarî tevbigerin. Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê
Kîtekît
Dîroka Veserbûnê : 15.01.2025 01:00
Xwendinê : 457
Civîna  Lijneya Bilind a Şêwirmendiyê
Civîna Lijneya Bilind a Şêwirmendiyê
Civîna Lijneya Bilind a Şêwirmendiyê hat lidarxistin. Di civînê de, Rêveberê Damezrîner ya Weqfa Lêkolînên li ser Polîtîkayên Aboriyê yên Tirkiyeyê Guven Sak; “sedsala dawî û sed salên pêş de pêşveçûna Wanê” û “stratejiya pêşketina herêmî ya li ser geştiyariyê” de agahiyan da.   Civîna di çarçoveya; Pêşnûmaya Nirxandina Pêşketina Wanê ya Di Sedsala Dawî de û ji bo Pêşketinê de Tespîtkirin û Berêxwedana Qadên Nû” beşdariya Rêveberê Damezrîner ya Weqfa Lêkolînên li ser Polîtîkayên Aboriyê yên Tirkiyeyê Guven Sak, Endamên Lijneya Bilind a Şêwirmendiyê, Endamên me yê Lijneya Rêveberiyê, Serokê me yê Meclîsê, Endamên me yên Meclîsê, Serokên Komîteya Karbendî, Endamên Lijneya Rêzkariyê, Şêwirmendên Lijneya Rêveberiyê û Serokê Lijneya Ciwanên Peyaner hat lidarxistin.   Di Civînê de Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê Necdet Takva got ku; bi baweriya min ew e, ev civîn dê bibe sedema pêvajoyeke feyîzdar. Ez spasiya Lijneya Bilind a Şêwirmendiyê dikim ber ku ev pêşnûmayê pêşniyarî me kirin, me jî Weqfa Lêkolînên li ser Polîtîkayên Aboriyê yên Tirkiyeyê vexwend Wanê. Her wiha Rêveberê Damezrîner ya Weqfa Lêkolînên li ser Polîtîkayên Aboriyê yên Tirkiyeyê Guven Sak jî bi pêşkêşiyek têgihiştî, zelal û bêkêmasî me agahdar kir.   Di civînê de beşdarvanên civînê û Endamên Lijneya Bilind a Şêwirmendiyê raman û pêşniyarên xwe anîn ziman.
Kîtekît
Dîroka Veserbûnê : 10.12.2024 12:00
Xwendinê : 552
BERİSANDİNA KREDÎYÊ