Serrûpel-Konmala Nûçeyê-Nûçe-DAXUYANİYêN SEROKê OBPW NECDET TAKVA
Daxuyaniyên Serokê OBPW Necdet Takva
Dîroka Veserbûnê : 13.05.2025 11:54
Xwendinê : 5

Serokê Lijneya Rêveberiyê ya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê Birêz Necdet Takva, derbarê bûyerên çil salên dawî û her wiha avhewaya aştiyê û çekdanînê ya ku li ser bandora aboriya herêmê de daxuyanî da Rudaw TVyê

Beriya her tiştî, ez dixwazim kêfxweşî û dilşadiyên xwe ya li hember pêşketinên di demên dawî de, avhewaya aştiyê ya ku hatiye afirandin û danîna çekan nîşan bidim.

Herêma Rojhilata Anatolyayê nêzîkî sedsalek e şahidiya bûyerên awarte û aloziyan bûye.

✅Me qet rojek asayî nedît; jiyana me û rewşa me her tim derasayî bû.

✅Ev rewş bû sedema gelek windahiyên civakî û aboriyê.

✅Gundên me vala bûn, xwedîkirina ajalan rawestiya, çandinî rawestiya. Rewşa aboriyê li gundewariyê xirab kir.

✅Gelê me yê gundan ber bi bajaran ve koç kirin. Bajarên me bûne gundên mezin. Pêş neket û geş nebûn.

✅Bi taybetî, her çend parêzgeha Wanê, di warê nehêniya ajaldarî û milkên çêregeh/merayan de, di rêza yekem a welat de be jî, lê mixabin, di warê pêşveçûna aboriyê de di rêza dawîn de ye.

✅Ciwanên me koçî bajaran kirin, li hemû şantiye û avakirina xaniyên welatê me de xebitîn, ketin û jiyana xwe ji dest dan. Lê mixabin ew nekarî bûn malên xwe ava bikin.

✅Ciwanên me yên xwende, bajarên me terikandin û li bajarên yên wekî Stenbol, Enqere, Edeneyê her wiha derketin derveyî Welat li Ewropayê belavbûn.

✅Dewlet, bi salan, ji ber fikarên ewlehiyê, veberhênanên xwe di vî warî de çêkir.

✅Ev rewşa hanê tê îdîa û diyar kirin ku bûye sedema zirara ser 2 trîlyon dolarî.

✅Em nikarîbûn nehêniyên xwe ya geştiyariyê bi kar bînin.

✅Veberhênerên ji welatê me û welatên biyanî li herêma me bi xetere û talûke temaşe dikirin.

✅Aktorên cîhana me ya karsaziyê, rastî zehmetiyan hatin, lê dîsa jî, me veberhênan û bazirganiyên xwe li vir kirin, me bajêr ne terikand. Mixabin, hin ji gelek karsaz neçar man ku dev ji veberhênanên xwe berdan û bajêr terikandin.

'Me baweriya xwe ya aştiyê tu caran vinda nekir'

✅Ez, teqez dixwazim vê bibêjim; girîngtirîn qada veberhênana aboriya herêma me, xwedîkirina ajalan e. Werin li vê herêmê veberhênanê bikin! Di dawiyê de, ez dixwazim vê yekê bibêjim; 'Ez, hemû kesan, hemû nêrînan, hemû beşên vî welatî vedixwînim ku di Roja Taştê ya Cîhanê de, ku dê roja Yekşemê-1ê Xezîranê 2025an de were pîrozkirin, li ser heman sifreyê werin cem hev da ku vê aştiya hêja, ji bajarê me, herêma me, welatê me bigire heta cîhanê, tacîdar bikin.

Werin em pêkanînên xwe ya Sifre Taştêya Herî Mezin a Cîhanê ya ku beşdarbûna 51 hezar kesî biguherînin û 86 mîlyon hemwelatiyên xwe, bi dil û can Sifre Aştiyê ya Herî Mezin de bînin cem hev.

Aştî pîroz be!

Bila biratiya me her û her be!

Bila welatê me dewlemend be!

Spas, ji hemû xebatkar, kedkar, biryardar û zehmedkêşanên ev roja pîroz!

 

 

 

BERİSANDİNA KREDÎYÊ