Ji Çapemenî û Raya Giştî re
Ji Çapemenî û Raya Giştî re Bûyerên germ, pirsgirêk, koçberî, guhertinên siyasî, nakokî, pozberî û gelek hêmanên din ên li erdnîgariya Rojhilata Navîn û her wiha bandora aboriya cîhanî, hewce dike ku aştiya navxweyî ya welatê me, ji her demê bihêztir bibe. Em çavdêrî dikin ku di pêvajoya dawî de, Pirsgirêka Kurd, pêçokeya çek û tundiyê tê derxistin û ji bo çareserkirinê di ser zemîna hiqûq û siyasetê de tê nirxandin. Di vê wateyê de, bi taybetî jî aktorên siyasî; ji bo xurtkirina aştiya navxweyî û avakirina pêşerojeke geştir, divê raya giştî, hêzên hiqûqî, aktorên cîhana karsaziyê, civaka sivîl û hemû beşên civakê bi dilniya, avaker û bi biryar bin. Ji bo zindîkirina ruhê welatê hevpar, bi hikûmet, opozîsyon û hemû kes parçeyek ji yekîtiyê ne, lewma di vî warî de berpirsiyarî li ser her kesî ye. Hemû kes, hemû sazî, hemû herêm, hemû bajêr; ziman, reng, nesl, pîşe û hemû nasnameyên din; hemû destkeftiyên welat ya me ye. Her tiştên ku winda bûye jî ji destê me çûye. Di vê çarçoveyê de em di wê baweriyê de ne ku; ruhê biratiyê yê ku ji aliyê siyasetê ve hatiye rojevê, wê li hemû qadên jiyanî belav bibe û bi taybetî jî avakirina aştiya civakî û pêşxistina aboriyê, wê sûdê ji welatê me re bîne. Îrade û helwesta siyasetmedaran a li ser vê mijarê û hişmendiya hemû beşên siyasî û civaka sivîl, diyar dike ku aştiya civakî çiqasî girîng e. Em wek beşek ji civaka sivîl û cîhana karsaziyê, bi ezmûnên xwe yên neteweyî û navneteweyî destnîşandikin ku; li cihê ku aştî û bawerî hebe, dê pêşveçûnê çêbibe û aboriyek pêşkeftî bi aştiyê pêkan e. Ji ber vê yekê em bawer dikin ku her destê dirêjkirî, her gotûbêj, her rûyekî bişirîn, her feraseta erênî, her rexneyek çêker, wek pêdiviyeke demokrasiyê, dê welatê me yê hevpar Komara Tirkiyeyê bihêztir bike. Avhewaya ku demên borî de me ceribandibû, ji aliyê siyasî, hiqûqî, aborî û derûnî ve wek şahidên bandora wê pêvajoyê; em di wê baweriyê de ne ku aştî ne pir zehmet û ne jî pir dûr e. Herêma ku em lê dijîn; rewşa me ya civakî û her wiha Pirsgirêka Kurd ku bi salan e li benda çareseriyê ye, bandora wê li ser herêma me heye û nîşan dide ku pêdiviya me bi zêdetir aştiya civakî heye. Ji ber vê yekê, em pir dilşad in ku avhewaya siyasî nerm bûye. Her wiha, em ji dil bawer dikin ku bazirgan û karsazên li her devera welatê me, xwedî heman ramanê ne. Ruhê aştî û biratiyê û helwesta jiyana bi hev re, ku bi sedsalan taybetmendiya gelê me nîşan daye, bingeheke girîng a vê avhewayê ye. Em difikirin ku; aştî, biratî, aramî û dadmendî, sazgerên herî girîng ên jiyana bi hev re û welatekî hevpar in. Bi taybetî em girîng dibînin ku aktorên pispor û xwedî tecrûbe ku bi salan e siyaseta welatê me birêve dibin, di vê pêvajoyê de bêtir di nava têkiliyê de bin. Di warê veberhênan, bikaranîn û geşepêdana aborî ya welatê de pêdiviya me bi têkiliyan heye. Em dixwazin rewş êdî asayî bibe. Bi van hest û ramanan, em ji raya giştî re radigihînin ku em di wê baweriyê de ne, ji bo ku avhewaya aştiyê ya ku derketiyê holê awayekî rast were bikaranîn, dê rêveber bi berpirsyarî tevbigerin. Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê
Kîtekît
Dîroka Veserbûnê : 15.01.2025 01:00
Xwendinê : 111