Tacê Taştêya Tirkiyeyê Taştêya Wanê ye. Taştêya Wanê Tirkiyeyê anî rêza yekem.
Rêbernameya gastronomiyê ya navdar a cîhanê TasteAtlas, lîsteya '50 Taştêyên Herî Baş ên Cîhanê' ji Pûşbera 2025-an vir ve weşand. Di serê lîsteyê de, taştêya kevneşopî ya Tirkiyeyê bi 4.8 xalan wekî taştêya herî baş a cîhanê hate hilbijartin.
Sedema herî mezin a yekembûna Taştêya Tirkiyeyê, Taştêya Wanê ye. Zêdetirî 20 berhem, hilberên xwezayî, xebatên tomarkirina nîşanên erdnîgariyê ya berhemên herêmî, cihgirtina wî ya Pirtuka Rekoran ya Guinnessê, ragihandina Roja Taştê ya Cîhanê ku her sal Yekşema yekem a meha Pûşberê tê pîrozkirin. Bi kurtasi ev hewldan û xebatên me taştê li rojevê de hişt.
Di encama xebat û lêkolînên Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê, Taştêya Tirkiyeyê wekî taştêya herî baş a cîhanê hate hilbijartin. Heya niha Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê ji bo parastin, nasandin û xwedî derketina taştêyê çi kiriye? Xebatên ku ji hêla Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê hatine kirin …
XEBATÊN OBPW
1- Di 1ê Pûşberê sala 2014an li Kela Wanê de beşdarbûna 51 hezar 793 kesan Sifreya Taştê ya Herî Mezin a Cîhanê hate şikandin û ev rekor ket Pirtûka Rekorên Cîhanê ya Guinnessê.
2- Sala 2019an de rojek ji cîhanê re hate diyarî kirin û ji hêla OBPW ve wekî 'Roja Taştêya Cîhanê' hate ragihandin.
3- Taştêya Wanê ket Lîsteya Mîrata Çandî ya UNESCOyê.
4- Wezareta Karên Derve her sal Yekşema yekem a meha Pûşberê li seranserê cîhanê wekî 'Roja Taştêya Cîhanê' ragihand. Îsal Roja Taştêya Cîhanê ya 6emîn hate pîrozkirin.
5- Xebatên tomarkirinê ya nîşana erdnîgariyê ya Taştêya Wanê hate qedandin.
6- Hewldanên tomarkirina nîşanên erdnîgariyê ya berhemên Taştêya Wanê berdewam dikin.
7- Penîrê Gîyayê ya Wanê, Kulîçeya Wanê, Mirtuxe, Qawît wek nîşanên erdnîgariyê hatin tomarkirin û xebatên tomarkirina Rîçala Gulê, Nanê Tenûrê û Jajiyê jî berdewam dikin.
8- Pêvajoya tomarkirina Penîrê Gîyayê ya Wanê li saziya Yekîtiya Ewropayê jî berdewam dike.
Li gorî Lîsteya TasteAtlas, 10 Taştêyên Herî Baş ên Cîhanê:
1. Taştê (Tirkiye) - 4.8
2. Komplet Lepinja (Sirbîstan) - 4.6
3. Sfinz (Lîbya) - 4.6
4. Kaleh Pacheh (Îran) - 4.6
5. Croissant (Fransa) - 4.5
6. Jianbing (Çîn) - 4.5
7. Sfiha (Lubnan) - 4.5
8. Pao de Queijo (Brezîlya) - 4.5
9. Katmer (Tirkiye) - 4.5
10. Bougatsa (Yewnanistan) - 4.5