Serrûpel-Konmala Nûçeyê-Nûçe-WAN Lİ HEWLêRê!
Wan li Hewlêrê!
Dîroka Veserbûnê : 13.05.2025 13:21
Xwendinê : 4

Wan li Hewlêrê!

Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê  ji bo danasîna parêzgeha Wanê beşdarê 'Pêşangeha Geştiyariyê ya Rojhilata Navîn' bû. 

 

Çanda dewlemend ya pêjgeha Wanê li parêzgeha Hewlêrê, Pêşangeha Geştiyariyê ya Rojhilata Navîn de derket pêşberî gel. Penîrê Wanê, Kulîçeya Wanê, Nanê Loş, Hingivê Wanê Mirtuxe û Qawut ji mêvanan re hatin belavkirin. Her wiha li ser nasandina Wanê agahî hate dayîn.

Resim

 

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Birêz Mesrûr Barzanî serdana pêşkêşgeha me kir. Endamê me yên Lijneya Rêveberiyê Birêz Mesrûr Barzanî vexwend parêzgeha Wanê.

 

Resim

 

Di roja yekem a Pêşangeha Geştiyariyê ya Rojhilata Navîn de pêşkêşgeha me gelek balkişand. Berpirsên hikûmeta Herêma Kurdistanê, karsazên beşa geştiyariyê, nûnerên ji Iraq û welatên Rojhilata Navîn yên ku beşdarî pêşangehê bûn, hatin serdana me.

 

Resim

Mêvanên ku serdana pêşkêşgeha me kirin bi derfeta Berçavka Rastiya Xeyalî cihên dîrokî û xwezayî ya parêzgeha Wanê ceribandin.

Resim

Serkonsolosê Hewlêrê yê Tirkiyeyê Birêz Erman Topçu, li Pêşangeha Geştiyariyê ya Rojhilata Navîn de hat serdana pêşkêşgeha me.

Resim

Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Birêz Qubad Talabanî hat serdana pêşkêşgeha me.

 

Resim

 

Parêzgeha Wan, bi xwarin û vexwarinên xwe yên xwemalî û nehêniyên geştyariyê bala beşdarên pêşangehê kişand.

Di roja duyemîn ya Pêşangeha Geştiyariyê ya Rojhilata Navîn de ji bo nasandina nirxên Wanê yên xwezayî, dîrokî, geştiyarî û berhemên herêmî hewldanên me berdewam dikin.

 

Resim

 

 
Galeri
Wan li Hewlêrê!
BERİSANDİNA KREDÎYÊ