
Di navbera Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê û Komeleya Mutehît û Avakerên Wanê peymanek hevkarî û piştevaniyê hat destnîşankirin.
Peyman ji aliyê Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê Necdet Takva û Serokê Komeleya Mutehît û Avakerên Wanê Seracettin Işildar ve hat destnîşankirin. Her wiha bernameya peymanê de, Endamên Lijneya Rêveberiyê ya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê û Endamên Lijneya Rêveberiyê ya Komeleya Mutehît û Avakerên Wanê jî amade bûn.
Armanca peymanê ew e ku piştgiriyê bide pêşveçûna beşa avasaziyê, ji bo çareserkirina pirsgirêkên beşê hewldanên hevbeş bên kirin, xurtkirina hevkariya beşê, çalakiyên komeleyê ji aliyê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê de werin danasîn û ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi rayedarên pêwendîdar re piştgiriya OBPW.