Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê, bi piştevaniya Serkonsûlê Tirkiyeyê, Hewlêra li paytexta Herêma Kurdistana Iraqê 'Şeva Danasînê ya Wanê' lidarxist.
Wezîrê Herêma Kurdistanê yê Karûbarên Pêkhateyan, Parêzgarê Hewlêrê, Serkonsûlê Tirkiyeyê, Cîgirê Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Hewlêrê, nûnerên Herêma Kurdistanê û partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û pîşeyî, karsazên geştiyariyê û gelek mêvan beşdarî Şevê bûn.
Bernamê, bi guhdariya stranên herêmî û pêşkêşkirina xwarinên Wanê yên ku ji aliyê Aşpêj Şef Alî Geyik ve hatibûn amadekirin bi dawî bû.