Serrûpel-Konmala Nûçeyê-Nûçe
Nûçe
Pêwendiyên Wan û Urmiyê
Pêwendiyên Wan û Urmiyê
Serdana Urmiyê Desteya Rêvebir û Serokê Meclîsê OBPW; Serdana pîrozbahiyê li Odeya Bazirganî, Pîşesazî, Berbesvanî û Çandiniyê ya Urmiyê kirin.   Di serdanê de Serokê OBPW Necdet Takva wiha axivî; 'Me bi Serokê Odeya Bazirganî, Pîşesazî, Berbesvanî û Çandiniyê ya Urmiyê ya berêHesen Entazar re xebatên girîng pêk anîn û me çîrokek serketî nivîsand. Em ê di serdema nû de birêz Kerîmî re jî bi heman vejenî û hevkariyê bixebitin. Her tim pêwîstiya Wanê bi Urmiyê heye û pêwîstiya Urmiyê jî bi Wanê heye.' got.   Serok Takva; wekî din, Serokê Lijneya Odeya Bazirganî, Pîşesazî, Berbesvanî û Çandiniyê ya Urmiyê birêz Kasim Kerîmî û Rêveberiya wî re jî serketin xwest û got ku; hevaltî û hevkariya di navbera me dê heyema nû û her tim dê berdewam bike.”   Mijarên di civînê de hatin rojevê: Çareserkirina pirsgirêkên bazirganiya sînorî ya di navbera Tirkiye û Îranê de. Pirsgirêkên rêyên hesinî ku di bazirganiya sînor de xwedî girîngiyeke mezin e; di vê çarçoveyê de avakirina xeta trenê ya Bakur. Vekirina Deriyê Sînor ê Kapikoyê ji derbasbûna wesayîtên bazirganiyê re. Qedandina şahrêya ku ji aliyê Îranê ve ye û di veguheztina wesayitên bazirganî de dibe sedema pirsgirêkan. Li Deriyê Sînor ya Raziyê de qenter bê çekirin. Nirxandina baca gumrikê ya ku li ser hilberan hatî sepandin. Girîngiya bajarên sînorê Tirkiye û Îranê. Deriyê Sînor a Kapikoyê; ketin-derketin bi nasnameyan pêk were.   Di çarçoveya peywendiyên Urmiyê de; Alîkarê Parêzgarê Azerbaycana Rojavayê ya Karûbarên Aborî Cevad Karmî û Serkonsolosê Urmiyê Fehîm Çetîn jî hatin ziyaretkirin.
Kîtekît
Dîroka Veserbûnê : 24.05.2023 05:00
Xwendinê : 189
Daxuyaniya Çapemeniyê Em nikarin bifirin! Em nikarin herin! Em nikarin werin!
Daxuyaniya Çapemeniyê Em nikarin bifirin! Em nikarin herin! Em nikarin werin!
Daxuyaniya Çapameniyê Em nikarin bifirin! Em nikarin herin! Em nikarin werin!   Odeya Bazirganî û Pişesaziyê ya Wanê, ji bo pirsgirêkên rêwîtiyên balafiran û pêwendiyên Îranê de daxuyanî da çapemeniyê.   Di daxuyaniyêda hate diyarkirin ku; pirîcaran digel rayedarên THYê hevditîn hatin kirin lê mixabin rêwîtiyên balafiran hêj ne hate zêde kirin. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bangawazî hat kirin. Wekî din; di derbarê pêwendiyên Îranê piştî gavên di sala 2014an de hatin avêtin negehiştiye asteke baş. Divê; Deriyê Sînor ê Kapikoyê 24 demjimêranxizmet bide û derbasbûna deriye bila nasnameyan bê kirin.   Serjimarên parêzgeha Wanê nezî 1 milyon 150 hezar e, ber ku li rojhilata welate, ji ber dûrbûnê veguhestinê esmanî tê tercih kirin. Salane rêwî zede dibin, ew jî nehêniyên bajêr derdixe holê, lê mixabin rojane rêwîtiyen 7-10 caran nikarin pêdiviyên bajêr bi cih bînin.   Banga me; di serî de Birêz Serokkomar, wezaretên têkildar û her wiha Saziya THYê bi lezginî rêwîtiyên balafiran bê zede kirin.   Ji 534 kîlometre sînorê bejayî yê di navbera Tirkiye û Îranê de nêzî 300 kîlometre di nava sînorên bajarê me de ye. Her çend pêngavên me di sala 2014an de ji bo baştirkirina peywendiyên xwe bi Komara Îslamî ya Îranê re ku bi serjimarê xwe ya zêdetirji 80 milyonî û serweta xwe ya jêrzemînî, navê xwe li cîhanê belav kiriye, ji bo zêdekirina dahata geştiyariyê û pêkanîna bazirganiyê me pir caran pêngav avêt. bi awayekî çalaktir, negihîştiye asteke têr. Ji bo pêşxistina peywendiyên bi Îranê re û gihîştina asta tê xwestin divê deriyê sînor neye girtin û 24 demjimêran bila vekirî be.   Wekî din, cirantiya me Îranê 400 sale gehiştiye asteke dêrîn û kevnar. Welatiyên cîran ên wek Gurcistan û herî dawî Yewnanîstan bi nasnameyên xwe derbasî welatê me dibin, daxwaza me ewe ku welatiyên Îranê û hemwelatiyên me jî, bi nasnameyên xwe di deriye sînor de derbas bibin.
Kîtekît
Dîroka Veserbûnê : 03.08.2022 08:00
Xwendinê : 379
Zêdekirina buhayê ceyranê  divê bê raçavî
Zêdekirina buhayê ceyranê divê bê raçavî
Divê zêdekirina buhayê ceyranê bê raçavî Di van salên dawî de, pirsgirêkên ku çaraliyê cîhanê tê jiyîn, welatê me jî hildaye li bin bandora xwe. Tesîra ev qeyranê bi taybetî bajarê me zêdetir xwe dide hîskirin. Jixwe, bêşekar û hunerwerên me di rewşeke dijwar da bûn, ji ber zêdekirina buhayên ceyran û gaza xwezayi; pirsgirêkên me hîn kûrtir bûn.   Bêşekar, hunerwer û hemî karsazên me yên ku di warê kardarî û bi cih kirina şolkaran de xetereyên mezin digirin ser mile xwe, bi rastî di rojên dijwar ên wek bere de dilsoziya xwe nîşan dane.   Zêdekirina buhayê elektrîkê, ne tenê malbatan, her wiha li ser bazirgan û hunerweran ji bandoreke neyînî der dixe holê. Jixwe parêzgeha Wanê, di nav bajarên xwediyê maliyen herî mezîn e li mixabin rewşeke berevajî dahatên herî kêm de jî tê hesibandin. Ber vê yeke hevbajarên me di bin zehmetiyan de nikarin barnameyên ceyranên ku 2-3 qat zede bidin.   Em wek Odeya Bazirganî û Pişesaziyê ya Wanê, bi kêrhatî dibinin ku ev bangawaziyê bikin; “ girîng e ku ji nû ve zêdekirina bihayên ceyran û gaza xwezayî bê raçavî, her wiha neyîniyên bajêr bê hesibandin. Hevbajarên me, bi taybetî bazirgan, karsaz û hunerwerên me, hêza wan tüne ye ku van barnameyan bidin.”   “ Em daxwaz dikin ku hemû saziyên fermî yên rayedar, nemaze Saziya Bikeyskirina Piyasayên Vejenê, hestiyar bin û divê zêdekirina buhayê ceyranê bê raçavî”   Lijneye Rêveberiyê ya Odeya Bazirganî û Pişesaziyê ya Wanê  
Kîtekît
Dîroka Veserbûnê : 04.02.2022 02:00
Xwendinê : 298
BERİSANDİNA KREDÎYÊ