Serrûpel-Konmala Nûçeyê-Nûçe
Nûçe
Serok Takva: Malbata Aslan Pîroz Dikin
Serok Takva: Malbata Aslan Pîroz Dikin
Eylul Gida hate vekirin. Kargeha Eylul Gida ku ji aliyê Malbata Aslan a yek ji malbatên girîng ên Wanê hate avakirin. Kargeh;li ser qadeke 2 hezar û 500 metrekare hatiye avakirin û dê 50 kes bê cîh kirin.   Şaredarê Tûşba Salîh Akman, Lijneya Rêvebir a Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê, karsaz, nûnerên karen darayî û gelek mêvan beşdarî merasima vekirina Eylül Gidayêbûn. Eylul Gida li Taxa Kalecîkê ket xizmetê   AKMAN: JI BO BAJARÊ ME VEBERHÊNANEKE GIRÎNG   Şaredarê Tûşbayê Salîh Akman axaftinek kir û diyar kir ku; ev veberhênana giranbaha ji bo bajarê me pir girîng e. Veberdêr ji bo me pir hêja ye. Heya ku hilberandin nebe, pêşketina parêzgeha me û welatê me jî çênabe. Veberhênana li vir dê alîkariyek mezin bide kar û geşepêdana parêzgeha me. Ez gelek spasiya malbata Aslan dikim ku vê veberhênanê li bajarê xwe kirine.   GAVEKE WÊREK HATIYE AVÊTIN Serokê Odeya Bazirganî û Pişesaziyê ya Wanê Necdet Takva jî di vekirinê de axaftinek kir. Îro ji bo vekirina Eylul Gidayê em bi hev re ne. Ev veberhênan ku li ser qadeke 2 hezar û 500 mitroçarçik hatiye avakirin û 50 kes tê de dixebitin. Di serî de ez spasiya Mehmet Salih Aslan û malbata Aslan dikim ku ev veberhênanê biqîmet pêkanîn. Em kêfxweş bûn ku malbata Aslan li hev civiyan dema ku aborî di nav tengasî û fikaran de bûn û lêkolîn kirin û vê pêngava wêrek avêtin  
Kîtekît
Dîroka Veserbûnê : 31.07.2023 07:00
Xwendinê : 423
Pêwendiyên Wan û Urmiyê
Pêwendiyên Wan û Urmiyê
Serdana Urmiyê Desteya Rêvebir û Serokê Meclîsê OBPW; Serdana pîrozbahiyê li Odeya Bazirganî, Pîşesazî, Berbesvanî û Çandiniyê ya Urmiyê kirin.   Di serdanê de Serokê OBPW Necdet Takva wiha axivî; 'Me bi Serokê Odeya Bazirganî, Pîşesazî, Berbesvanî û Çandiniyê ya Urmiyê ya berêHesen Entazar re xebatên girîng pêk anîn û me çîrokek serketî nivîsand. Em ê di serdema nû de birêz Kerîmî re jî bi heman vejenî û hevkariyê bixebitin. Her tim pêwîstiya Wanê bi Urmiyê heye û pêwîstiya Urmiyê jî bi Wanê heye.' got.   Serok Takva; wekî din, Serokê Lijneya Odeya Bazirganî, Pîşesazî, Berbesvanî û Çandiniyê ya Urmiyê birêz Kasim Kerîmî û Rêveberiya wî re jî serketin xwest û got ku; hevaltî û hevkariya di navbera me dê heyema nû û her tim dê berdewam bike.”   Mijarên di civînê de hatin rojevê: Çareserkirina pirsgirêkên bazirganiya sînorî ya di navbera Tirkiye û Îranê de. Pirsgirêkên rêyên hesinî ku di bazirganiya sînor de xwedî girîngiyeke mezin e; di vê çarçoveyê de avakirina xeta trenê ya Bakur. Vekirina Deriyê Sînor ê Kapikoyê ji derbasbûna wesayîtên bazirganiyê re. Qedandina şahrêya ku ji aliyê Îranê ve ye û di veguheztina wesayitên bazirganî de dibe sedema pirsgirêkan. Li Deriyê Sînor ya Raziyê de qenter bê çekirin. Nirxandina baca gumrikê ya ku li ser hilberan hatî sepandin. Girîngiya bajarên sînorê Tirkiye û Îranê. Deriyê Sînor a Kapikoyê; ketin-derketin bi nasnameyan pêk were.   Di çarçoveya peywendiyên Urmiyê de; Alîkarê Parêzgarê Azerbaycana Rojavayê ya Karûbarên Aborî Cevad Karmî û Serkonsolosê Urmiyê Fehîm Çetîn jî hatin ziyaretkirin.
Kîtekît
Dîroka Veserbûnê : 24.05.2023 05:00
Xwendinê : 449
BERİSANDİNA KREDÎYÊ