Serrûpel-Konmala Nûçeyê-Nûçe-DAXUYANİYêN SEROKê OBPW Lİ RUDAW TVYê
Daxuyaniyên Serokê OBPW lİ Rudaw TVyê
Dîroka Veserbûnê : 30.12.2025 17:03
Xwendinê : 17

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê Necdet Takva beşdarî weşana zindî ya Rudaw TV yê bû.

Takva:

“Koçberiya ciwanan tenê bi veberhênanê dikare were rawestandin. Bi vî awayî, divê li Wanê qadên veberhênanê yên nû werin afirandin. Divê hemû siyasetmedar û aktorên din ên bajêr di vî warî de serkêşiyê bigirin.

Wan bajarekî ciwan e. Li Tirkiyeyê temenê navîn 34.4 salî ye, li Wan 25.5 salî ye. Wan bajarekî ciwan û xort e. Ji bo her beşên karê bajarekî guncaw e.

Herêm û bajarê me rêjeya bêkariyê li welêt rêza dawîn de ye. Rêjeya bêkariya her tim 2-3 qat ji rêjeya navînî ya welêt bilindtir e. Rêjeya bêkariyê ya navînî ya Tirkiyeyê %8.4 e. Li Wanê %16.7 e. Ev tiştekî xirab e.

Wan bi dahata serê kesî di nav 81 parêzgehan de bi 203 hezar lîre di rêza 79emîn de ye. Stenbol bi 802 hezar TL di rêza yekem de ye û Kocaelî bi 788 hezar TL di rêza duyem de ye. Cudahiyek girîng heye.

Beşa Cil û Bergan: Di Tekstîlkent a Wanê û li deverên din ên bajêr de nêzî 40 kargehên çalak de; nêzî 9 hezar karkerên bicîhkirî şol dikin. Ji bo kesên ku di vî warî de veberhênanê bikin, piştgirîyên hikûmetê hene. Beşa cil û bergan ji bo Wanê pir girîng e. Pêdivî ye ku piştevaniyên ev beşê were zêdekirin.

Navendên Bangewaziyê: 9 hezar 100 ciwanên me di navendên bangewaziyê de şol dikin. Ev derfet ji bo kar û bicihkirina xebatkaran girîng e.

Ajaldarî: Ajaldarî yek ji dewlemendiyên me yên herî mezin e. Nêzî 3 mîlyon 500 ajalên biçûk û mezin hene, %10 ji xwedan hebûna mêrgên welat e. Erdnîgariya bajêr %64 mera ye. Sere mirovekî 3 heb ajalên biçûk dikeve. Piştî sala 1990î, ji ber pirsgirêkên siyasî, xelkê Wanê gundên xwe terikandin û koçî bajaran kirin. Ji ber vê yekê, xwedîkirina ajalan kêm bû. Tevî vê yekê, em hîn jî li Tirkiyeyê di rêza yekem de ne. Ev yek ji bo veberhênana di vî warî de sermayeyek dewlemend e û ji bo vegera bajarên xwe derfetek pêşkêş dike gelê me.

Herêma Pîşesaziyê: Herêma Pîşesaziyê de 150 karsaz, veberhênanê dikin divê veberdêrên nû li vir werin arastekirin. Herêma Pîşesaziyê ya Ajaldarîyê: “Projeya Herêma Pîşesaziyê ya Alajdariyê” ku ji aliyê Odeya me ve hatiye amadekirin, ji aliye Wezareta Çandiniyê ve hat destnîşankirin. Herêma Pîşesaziyê ya Ajaldariyê de binavgîn nezî 3 hezar hembajariyên sûd werbigrin.

Bazirganiya Derve: Parêzgeha Wanê bajêrekî sînorî ye. Deriyê Ewropayê Asyayê re û deriyê Asyayê jî ber bi Ewropayê re vedike.  Lê mixabin hejmara me ya bazirganiya derve ne baş e. Pêwendiyên me bi Herêma Kurdistana Iraqê û Îranê re di demên dawî de pir baş û zêde ye. Di serdema pêş de pêşketinên girîng ên aborî wê çêbibin. Pêwîst e ku danûstandin di navbera karsazên herêmê û yên karsazên wek Îran, Sûriye, Azerbaycan, Ermenistan, Iraq û Herêma Kurdistanê de bên hewesandin û teşwîq kirin.

Pêvajoya Aştiyê: Aborî bi aramiyê geş dibe. Pêşketina aborî tenê di hawîrdorek aştiyê de dikare çêbibe. Herêma Rojhilata Anatolyayê nêzîkî sedsalek e şahidiya bûyerên awarte bûye. Jiyana me ya cîvakî û aboriyê her tim derasayî bû.

Piştî çek danînê, ji îro pê ve; armanca me gerek bajar û herêma me pêş bikeve, ji alîyê civakî û aboriyê de geş bibe. Em bawer dikin ku di dema pêş de, ligel pêvajoya aştiyê, pêşketinên girîng jî wê çêbibin.”

Nûçeya Rudawê: 

https://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/301220257

BERİSANDİNA KREDÎYÊ