Endamên Rêveberiyê ya OBPW; digel Lijneyên Jin û Ciwanên Peyaner ên nû hatine hilbijartin civînek pêk anîn û li ser xebatên serdema nû nirxandin.
Di civînê de Serokê Lijneya Rêveberiyê ya Odeya Bazirganî û Pişesaziyê ya Wanê Necdet Takva axaftinek kir û got: Ez lijneyên nû hatine hilbijartin ya Ciwanên Peyaner û Jinên Peyaner pîroz dikim. Hêviya serkeftinê di karê we de di heyama nû de dixwazim.
Hêvîdarim ku di demek nêzîk de werin cem hev û ji bo karsaziya bajarê me raman û pêşnûmayên nû pêk bînin.
Karsaz li seranserê cîhanê mirovên girîng in. Li Welat û Parêzgeha me ku ne xwediyê çavkaniyên bin erdê ne û ne jî dewlemendiyek wan heye, girîngiya karsazan pir zêde ye. Ji ber vê yekê hûn hêja ne.
Di civînê de endamên Desteya Rêveber a Odeya me, endamên Borseya Bazirganiyê ya Wanê û endamên Odeya Bazirganî û Pişesaziyê ya Erdîşê amade bûn. Piştî axaftinan; Semra Odabaşi bû Serokê Lijneya Jinên Peyaner, Umit Can Sari jî bû Serokê Lijneya Ciwanên Peyaner.