Pêngavên Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê ji bo pêşxistina têkiliyên civakî û aborî yên Îran û Wanê ber dewam dikin.
Endamên Rêveberî û Meclîsê, Endamê Komîteya Pîşeyî, Endamê Lijneya Rêzkarî û Şêwirmendê Lijneya Rêvebir; Ji bo têkiliyên me yên civakî û aborî pêş bikevin çûn bajarê Xoyê û bi şaredarî û parêzgarî re hevdîtin pêk anîn. Şandeya me wekî din çûn serdana tirba Şemsî Tebrîzî.
Endamên Rêveberî û Meclîsê, Endamên Komîteya Pîşeyî, Endamê Lijneya Rêzkarî û Şêwirmendê Lijneya Rêvebir; beşdarê Civîna Şûrayê ya Bajarê Xoyê bûn û li ser têkiliyên Xoy û Wanê şêwirîn. Piştî civînê desteya OBPW çûn serdana Herêma Pîşesaziyê ya Xoyê û kargehên hilberînê geriyan.
Di encama civîn û hevdîtinên hevpar ên şandeya me ya li bajarê Xoyê; Di navbera Odeya me û Şaredariya Xoyê de ji bo avakirina “Kargeha Şêwrê” ya hevpar bi peymanek hat destnîşankirin.