Serrûpel-Konmala Nûçeyê-Nûçe-SEROK TAKVA: MALBATA ASLAN PîROZ DİKİN
Serok Takva: Malbata Aslan Pîroz Dikin
Dîroka Veserbûnê : 31.07.2023 14:04
Xwendinê : 150

Eylul Gida hate vekirin. 

Kargeha Eylul Gida ku ji aliyê Malbata Aslan a yek ji malbatên girîng ên Wanê hate avakirin. Kargeh; li ser qadeke 2 hezar û 500 metrekare hatiye avakirin û dê 50 kes bê cîh kirin.

 

Şaredarê Tûşba Salîh Akman, Lijneya Rêvebir a Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê, karsaz, nûnerên karen darayî û gelek mêvan beşdarî merasima vekirina Eylül Gidayê bûn. Eylul Gida li Taxa Kalecîkê ket xizmetê

 

AKMAN: JI BO BAJARÊ ME VEBERHÊNANEKE GIRÎNG

 

Şaredarê Tûşbayê Salîh Akman axaftinek kir û diyar kir ku; ev veberhênana giranbaha ji bo bajarê me pir girîng e. Veberdêr ji bo me pir hêja ye. Heya ku hilberandin nebe, pêşketina parêzgeha me û welatê me jî çênabe. Veberhênana li vir dê alîkariyek mezin bide kar û geşepêdana parêzgeha me. Ez gelek spasiya malbata Aslan dikim ku vê veberhênanê li bajarê xwe kirine.

 

GAVEKE WÊREK HATIYE AVÊTIN

Serokê Odeya Bazirganî û Pişesaziyê ya Wanê Necdet Takva jî di vekirinê de axaftinek kir.

Îro ji bo vekirina Eylul Gidayê em bi hev re ne. Ev veberhênan ku li ser qadeke 2 hezar û 500 mitroçarçik  hatiye avakirin û 50 kes tê de dixebitin. Di serî de ez spasiya Mehmet Salih Aslan û malbata Aslan dikim ku ev veberhênanê biqîmet pêkanîn. Em kêfxweş bûn ku malbata Aslan li hev civiyan dema ku aborî di nav tengasî û fikaran de bûn û lêkolîn kirin û vê pêngava wêrek avêtin

 

Galeri
Serok Takva: Malbata Aslan Pîroz Dikin
Serok Takva: Malbata Aslan Pîroz Dikin
BERİSANDİNA KREDÎYÊ