Serdana Urmiyê
Desteya Rêvebir û Serokê Meclîsê OBPW; Serdana pîrozbahiyê li Odeya Bazirganî, Pîşesazî, Berbesvanî û Çandiniyê ya Urmiyê kirin.
Di serdanê de Serokê OBPW Necdet Takva wiha axivî; 'Me bi Serokê Odeya Bazirganî, Pîşesazî, Berbesvanî û Çandiniyê ya Urmiyê ya berê Hesen Entazar re xebatên girîng pêk anîn û me çîrokek serketî nivîsand. Em ê di serdema nû de birêz Kerîmî re jî bi heman vejenî û hevkariyê bixebitin. Her tim pêwîstiya Wanê bi Urmiyê heye û pêwîstiya Urmiyê jî bi Wanê heye.' got.
Serok Takva; wekî din, Serokê Lijneya Odeya Bazirganî, Pîşesazî, Berbesvanî û Çandiniyê ya Urmiyê birêz Kasim Kerîmî û Rêveberiya wî re jî serketin xwest û got ku; hevaltî û hevkariya di navbera me dê heyema nû û her tim dê berdewam bike.”
Mijarên di civînê de hatin rojevê:
Çareserkirina pirsgirêkên bazirganiya sînorî ya di navbera Tirkiye û Îranê de.
Pirsgirêkên rêyên hesinî ku di bazirganiya sînor de xwedî girîngiyeke mezin e; di vê çarçoveyê de avakirina xeta trenê ya Bakur.
Vekirina Deriyê Sînor ê Kapikoyê ji derbasbûna wesayîtên bazirganiyê re.
Qedandina şahrêya ku ji aliyê Îranê ve ye û di veguheztina wesayitên bazirganî de dibe sedema pirsgirêkan.
Li Deriyê Sînor ya Raziyê de qenter bê çekirin.
Nirxandina baca gumrikê ya ku li ser hilberan hatî sepandin.
Girîngiya bajarên sînorê Tirkiye û Îranê.
Deriyê Sînor a Kapikoyê; ketin-derketin bi nasnameyan pêk were.
Di çarçoveya peywendiyên Urmiyê de; Alîkarê Parêzgarê Azerbaycana Rojavayê ya Karûbarên Aborî Cevad Karmî û Serkonsolosê Urmiyê Fehîm Çetîn jî hatin ziyaretkirin.