Serrûpel-Konmala Nûçeyê-Nûçe-SERDANA ŞANDEYA DUHOKê
Serdana Şandeya Duhokê
Dîroka Veserbûnê : 22.05.2023 09:54
Xwendinê : 157

Serdana Şandeya Duhokê

 

Nûnerê Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Duhokê Hamîd Mecîd Rebedkî, Rêveberê Navçeya Şêxanê Neşwan Husnî, karsaz û rayedarên parêzgeha Duhokê hatin serdana OBPW.

 

Di serdanê de li ser pêwendiyên Duhok û parêzgeha Wanê de axivîn.

 

Serokê Odeya Bazirganî û Pişesaziyê ya Wanê Necdet Takva got ku; “em dixwazin hevkariya Wan û Duhokê her dem berdewam bike. Di rojên pêş de, qada civakî û aboriyê de danûstandinên me yê dê zêde bibe. Ber vê yekê ev serdan pir girîng e.'

 

Nûnerê Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Duhokê Hamîd Mecîd Rebedkî jî anî ziman ku; em gelek kêfxweş in ku îro li bajarê Wanê ne. Wan û Duhok ji her qadê de ew ê têkiliya xwe zêde bikin. Em wek jûr û berpirsên her du parêzgehan dê ji bo pêşxistina van pêwendiyan bixebitin.

 

Piştî serdanê şanda Duhokê di şîvê de bû mêvanê Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Wanê. Bername bi pêşkêşkirina xelatan dawî bû.

Galeri
Serdana  Şandeya Duhokê
Serdana  Şandeya Duhokê
Serdana  Şandeya Duhokê
Serdana  Şandeya Duhokê
BERİSANDİNA KREDÎYÊ