Serrûpel-Konmala Nûçeyê-Nûçe-CİVîNA LİJNEYA BİLİND A ŞêWİRMENDİYê
Civîna Lijneya Bilind a Şêwirmendiyê
Dîroka Veserbûnê : 10.12.2024 10:11
Xwendinê : 194

Civîna Lijneya Bilind a Şêwirmendiyê hat lidarxistin. Di civînê de, Rêveberê Damezrîner ya Weqfa Lêkolînên li ser Polîtîkayên Aboriyê yên Tirkiyeyê Guven Sak; “sedsala dawî û sed salên pêş de pêşveçûna Wanê” û “stratejiya pêşketina herêmî ya li ser geştiyariyê” de agahiyan da.

 

Civîna di çarçoveya; Pêşnûmaya Nirxandina Pêşketina Wanê ya Di Sedsala Dawî de û ji bo Pêşketinê de Tespîtkirin û Berêxwedana Qadên Nû” beşdariya Rêveberê Damezrîner ya Weqfa Lêkolînên li ser Polîtîkayên Aboriyê yên Tirkiyeyê Guven Sak, Endamên Lijneya Bilind a Şêwirmendiyê, Endamên me yê Lijneya Rêveberiyê, Serokê me yê Meclîsê, Endamên me yên Meclîsê, Serokên Komîteya Karbendî, Endamên Lijneya Rêzkariyê, Şêwirmendên Lijneya Rêveberiyê û Serokê Lijneya Ciwanên Peyaner hat lidarxistin.

 

Di Civînê de Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê Necdet Takva got ku; bi baweriya min ew e, ev civîn dê bibe sedema pêvajoyeke feyîzdar. Ez spasiya Lijneya Bilind a Şêwirmendiyê dikim ber ku ev pêşnûmayê pêşniyarî me kirin, me jî Weqfa Lêkolînên li ser Polîtîkayên Aboriyê yên Tirkiyeyê vexwend Wanê. Her wiha Rêveberê Damezrîner ya Weqfa Lêkolînên li ser Polîtîkayên Aboriyê yên Tirkiyeyê Guven Sak jî bi pêşkêşiyek têgihiştî, zelal û bêkêmasî me agahdar kir.

 

Di civînê de beşdarvanên civînê û Endamên Lijneya Bilind a Şêwirmendiyê raman û pêşniyarên xwe anîn ziman.

Galeri
Civîna  Lijneya Bilind a Şêwirmendiyê
Civîna  Lijneya Bilind a Şêwirmendiyê
BERİSANDİNA KREDÎYÊ