Serokê Lijneya Rêveberiyê ya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê Necdet Takva; beşdarî “Civîna Şêwrê ya Cîhana Karsaziyê” bû. Civîn, bi tevlîbûna Wezîrê Kar û Ewlehiya Civakî Vedat İşikhan, Serokê Yekîtiya Ode û Borseyan Rifat Hisarciklioglu û Serokên Meclîsa Beşan, li Enqerê Bircên Cêwî de hat li darxistin.
Serokê Lijneya Rêveberiyê ya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê Necdet Takva, di civînê de axaftinek kir û balkişand li ser pirsgirêkên cihana karsaziyê ya li bajarê me û herêmê, wekî din; pirsgirêkên sereke yên beşa taybet û hêviyên endamên me pêşkêşî Wezîrê Kar û Ewlehiya Civakî Vedat İşikhan kir.