Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê derbarê Bernameya Karsaziyê ya Herêma Kurdistana Iraqê de daxuyanî da çapemeniyê.
Armanca Giştî
- Pêşxistina pêwendiyên Wan-Hewlêr/Wan-Duhokê
- Hevdîtin û civînên bi odeyên bazirganî û pîşesaziyê re
- Kişandina welatiyên Herêma Kurdistanê bo Wanê (ji bo geştiyariyê)
- Bal kişandina li ser nûjenkirina Deriyên Sînor ya Ûzûmlû û Serzerê
- Bal kişandina li ser nûjenkirina veguhestinê
- Bal kişandina li ser derfetên veguhestina esmanî (firîna Wan-Hewlêrê)
- Pêşxistina pêwendiyên bazirganên me bi karsazên Hewlêr û Duhokê re
Çalakiyên Bernameya Herêma Kurdistana Iraqê
- - Serdana Jûra Bazırganî û Pîşesaziyê ya Hewlêrê: 28ê Mijdarê 2024-an
- - Civînên Dualî ( Jûra Bazırganî û Pîşesaziyê ya Hewlêrê): 28e Mijdarê 2024-an
- - Serdana Pêşangeha Berhemên Xwarinê ya Hewlêrê: 28ê Mijdarê 2024-an
- - Serdana Serkonsolosê Hewlêrê yê Tirkiyeyê: 28ê Mijdarê 2024-an
- - Serdana Nexweşxaneya Lokman Hekîmê ya Hewlêrê: 28ê Mijdarê 2024-an
- - Serdana Rafîneriya Lanazê: 29ê Mijdarê 2024-an
- - Çalakiyên Pêşkêşgeha Danasînê ya Wanê /Hewlêr: 29ê Mijdarê 2024-an
- - Çalakiyên Pêşkêşgeha Danasînê ya Wanê /Duhok: 30ê Mijdarê - 1 Berfanbarê 2024-an
Endamên ku beşdar bûne:
- 4 Endamên Rêveberiyê
- Serokê Meclîsê
- 16 Endamên Meclîsê
- 5 Serokê Komîteya Karbendî
- 3 Endamên Lijneya Rêzkariyê
- Serokê Lijneya Ciwanên Peyaner
- 1 Karbidestên Nexweşxaneya Loqman Hekîmê
- 2 Alîkarê Serbijîşkê Nexweşxaneya Lêkolînê ya Herêmî
- 6 Karkerên Odeya me

Beşên ku hatine temsîlkirin:
- - Ajaldarî
- - Çandinî
- - Xwarin
- - Sotemenî
- - Cilûberg
- - Têkberên spî
- - Mobîlya
- - Veguhastin
- - Tenduristî
- - Pizişkî
- - Avahîsazî
- - Karên milkfiroşî
- - Kereseyên avahîsaziyê
- - Ewlehiya karê
- - Sîgortavanî
- - Geştiyarî
- - Berbesvanî
- - Vejen
- - Otomotîv
- - Bazirganiya derve
- - Xwaringeh
Bernameya Hewlêrê – 28ê Mijdarê 2024-an
Bernameya Jûra Bazırganî û Pîşesaziyê ya Hewlêrê:
- Şandeya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê bi 40 kesan re çûn serdana Jûra Bazırganî û Pîşesaziyê ya Hewlêrê.
- Alîkarê Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Hewlêrê Kamuran Salih Bacgır, Endamên Rêveberiyê; Haji Faisal Gardi ve Salar Xoshnaw re hevdîtin pêk hat.
- Serokê Yekîtiya Bazirganên Derve ya Hewlêrê Başkanı Resul Hacı Ömer re hevdîtin pêk hat.
- Endamên Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Hewlêrê re civîna dualî hat lidarxistin.
- Serkonsolosê Hewlêrê yê Tirkiyeyê Akin Ak û Kemal Bahadir di bernameyê de amade bûn.
- Li ser serdan û civîna duali de Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê Necdet Takva û Alîkarê Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Hewlêrê Kamuran Salih Bacgır, daxuyanî dan çapemeniyê.
Serdana Pêşangeha Berhemên Xwarinê ya Hewlêrê:
- Şandeya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê di çarçoveya Bernameya Karsaziyê ya Hewlêrê de çûn serdana Pêşangeha Berhemên Xwarinê ya Hewlêrê .
- Karsazên me yên ku beşa xwarinê temsîl dikin, têkiliyên dualî pêş xistin û ji karsazên Tirk ên ku li herêmê nûnertiya wan heye, agahî wergirtin.
- Hevkariya bi kompanyayên ku ji derveyî Tirkiye û Iraqê beşdar bûne agahî hate wergirtin û gotûbêj hate kirin.
Serdana Serkonsolosê Hewlêrê yê Tirkiyeyê :
- Şandeya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê di çarçoveya Barnameya Karsaziyê ya Hewlêrê de çûn serdana Serkonsolosê Hewlêrê yê Tirkiyeyê Birêz Erman Topçu û li ser pêwendiyên Wan û Hewlêrê de axivîn.
- Di serdanê de li ser pêwendiyên karsazên Wan û Herêma Kurdistana Iraqê de şêwirîn.
- Di civînê de; li ser giringî û bandora Pêşkêşgeha Danasînê ya Wanê nirxandin.
- Serkonsolosê Hewlêrê Erman Topçu diyar kir ku di sala 2025an de ew ê weke konsolosxaneyê piştgiriyê bidin Pêşnûmaya Rojên Danasînê yên Wanê.
Serdana Grûba Tenduristiyê ya Loqman Hekîmê a Nexweşxaneya Hewlêrê
- Şandeya me çûn serdana Nexweşxaneya Hewlêrê ya Koma Tenduristiyê ya Loqman Hekîmê.
- Bi Endamê Lijneya Rêveber a Koma Tenduristiyê ya Loqman Hekîmê û Serkarê Xebatên Navneteweyî Hakan Sûslû û Serkarê Giştî yê Nexweşxaneya Hewlêrê Ahmet Selçuk Ozdemîr re hevdîtinek pêk hat.
- Li ser berfirehkirina nexweşxaneya Loqman Hekîmê li Hewlêrê de axivîn.
- Li ser mijara li rêkirina nexweşên herêmî ya Nexweşxaneya Wanê de şêwirîn.
Bernameya 29ê Mijdarê 2024-an
Çalakiyên Pêşkêşgeha Danasînê ya Wanê li parêzgeha Hewlêrê:
- Li navenda bajarê Hewlêrê li xaçerêya Keleha Hewlêrê û Qada Hewlêrê Pêşangeha Danasînê ya Wanê hat vekirin û li ser nehêniyên dîrokî, xwezayî, aborî, civakî û dewlemendiya bajarê me de daxuyanî hatin dayin.
- Di rojekê de nêzi 7 hezar kes hatin serdana pêşkêşgeha me.
- Li ser danasîna, dîrok, çand, xwezayî, tenduristî, ajaldarî, çandinî, geştiyarî, perwerde, vejena rojê cilûberg û qadên veberhênanê ya Wanê de pirtûk û kovar hatin belavkirin.
- Xwarinên me, dewlemendiyên xwezayî, mizgeft, dêr, berrik û cihên me yên danûstandinê bi dîmenan hatin danasîn.
- Penîrê Wanê û Nanê Tendûrê yê Wanê ji mêvanan re hat pêşkêşkirin. Magnetên ku li ser nîgarên Wanê hene li gel re hatin belavkirin.
Serdana Rafîneriya Lanazê:
Lijneya me ya Rêveberiyê, Serok û Endamên Meclîsê, Serokên Komîteya Karbendî, Endamên Lijneya Rêzkariyê, Serokê Lijneya Ciwanên Peyaner û Endamên OBPW çûn serdana Rafîneriya Lanazê.
Bernameya Duhokê - 30ê Mijdarê - 1 Berfanbarê 2024-an
- Li navenda bajarê Duhokê li qada bajêr Pêşkêşgeha Danasînê ya Wanê hat vekirin û li ser nehêniyên dîrokî, xwezayî, aborî û civakî a bajarê me daxuyanî hatin dayîn.
- Di nava du rojan de nêzî 7 hezar kes hatin serdana pêşkêşgeha me.
- Xwarinên me, dewlemendiyên xwezayî, mizgeft, dêr, berrik û cihên me yên danûstandinê, otel û cihên razanê, zanîngeh û nehêniyên din bi dîmenan hatin danasîn.
- Penîrê Wanê û Nanê Tendûrê yê Wanê ji mêvanan re hat pêşkêşkirin. Magnetên ku li ser nîgarên Wanê hene li gel re hatin belavkirin.
Dengûbasên ku Bernameya Karsaziyê ya Herêma Kurdistana Iraqê hatine şîrovekirin:
- Rudaw TV - Kurdistan 24 - News TV - Herem TV - AVA Ajans - Xani TV - Gav Tv
Em di dirokê de çîrokeke nû dinivîsin! Hemû xebatên Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê ji bo pêşxistina pêwendiyên civakî û aborî ya Herêma Kurdistana Iraqê, wê di sala 2025an de hîn xurtir dê berdewam bike.
Wêneyên Bernameya Karsaziyê ya Herêma Kurdistana Iraqê