Serrûpel-Konmala Nûçeyê-Nûçe-DAXWAZA ME BİHêZBûNA BAZİRGANİYA HERêMA KURDİSTANê YE
Daxwaza me bihêzbûna bazirganiya Herêma Kurdistanê ye
Dîroka Veserbûnê : 27.03.2024 08:51
Xwendinê : 121

Daxuyaniyên Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê Necdet Takva li ser Rudaw Kurdî yê: 'Em dixwazin bazirganiya bi Herêma Kurdistanê re bihêz bibe'

 

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê Necdet Takva ragihand ku Wan bûye navendeke geş a geştiyariyê û ew dixwazin geştiyarên Herêma Kurdistanê jî werin Wanê.

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê Necdet Takva beşdarî bernameya Rûdawa Îro ya Nwêner Fatîh bû.

Necdet Takva bal kişand ser rêjeya hejariyê ya li Wanê û ragihand ku Wan yek ji bajarên herî hejar e li ser asta Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û rêjeya bêkariyê jî li Wanê pir zêde ye.

Necdet Takva, amaje bi erdnîgariya stratejîk a Wanê ya di warê bazirganî û geştiyariyê de kir û got:

“Em dixwazin Wan bibe dostê her aliyekî. Em dixwazin aborî û geştiyariya Wanê geştir bikin.

Em 80 kîlomatreyan dûrî Îranê ne û di navbera me de deriyê sînorî heye.

Heta sala 2015an me nedizanî Îran ji bo me potansîyeleke baş a geştiyariyê ye.

Ji wê demê ve me gelekî girîngî da sektora geştiyariyê û sektora geştiyariya Îranê û di wî warî de em gelekî pêşketin.

Di sala 2023yê de 800 hezar geştiyarên Îranî serdana Wanê kirin. Em ji vê gelekî kêfxweş in. “

 

“Em dixwazin bi Herêma Kurdistanê re jî kar bikin”

Takva behsa giringiya geştiyarî û bazirganiya navxweyî ya Kurdan jî kir û wiha dewam kir:

“Plana me heye di serdema pêşiya me de ligel Herêma Kurdistanê kar bikin.

Em ligel Herêma Kurdistanê bi heman zimanî diaxivin. Em yek netewe ne.

Em dixwazin xelkê Herêma Kurdistanê werin serdana Wanê û xelkê Wanê jî biçin serdana Herêma Kurdistanê bikin.

Li ser vê mijarê projeyên me hene û xebatên me berdewam dikin. Piştî Cejna Remezanê yan jî Cejna Qurbanê em ê bên Herêma Kurdistanê û li ser berbestên li pêş bazirganiyê gotûbêj bikin.”

 

“Di nava 81 parêzgehan de yê herî hejar Wan e”

Necdet Takva bi bîr xist ku Wan bi giştî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê parêzgeha herî hejar e.

Takva sedemên hejariya Wanê jî wiha aşkere kir: “ Hinek berbest hene. Berbesta serekî jî nêrîna berpirsan a li Wanê ye.

Rêveberên me ji bo pêşketina Wanê wekî pêwîst kar nakin. Em wan her demê rexne dikin.

Rexneyên me ji bo berjewendiya xelkê me û baştirkirina rewşa aboriyê ya bajarê me ye.

Weke nimûne piştgiriya desthilatê nebe bajarê me pêş nakeve.”

 

“Li Wanê nêzîkî 200 fabrîqe û kargeh hene”

Di beşeke din a axaftina xwe jî de Necdet Takva, amaje bi wê yekê kir ku li Herêma Pîşesaziyê ya Wanê 200 fabrîqe û kargehên di warê înşaet, xwarin û ajaldariyê kar dikin hene.

Ji bo pêşketinê derfet  û potansiyel heye lêbelê kêmasî hene û jêrxan amade nîne.”

“Em dê derfetan pêşkêşî karsazên Herêma Kurdistanê bikin”

Herwiha Takva behsa bihêzkirina pêwendiyên bazirganiyê ligel karsazên Herêma Kurdistanê jî kir û wiha got:

“Di destpêkê de ji bo em derfetên karsaziyê yên li Herêma Kurdistanê nas bikin divê em serdana Herêma Kurdistanê bikin û gelek caran herin û werin.

Divê em karsazên Herêma Kurdistanê bînin û derfetên kar pêşkêşî wan bikin.Karsaz mirovên baqil in, divê bizanibin bê ka rewş çawa ye.

Pêşbîniyek bi wan re çêbe kar nakin. Ev tiştekî siruştî ye.”

 

“Wan xwedî dîrokeke 7 hezar salî ye”

Di beşeke din a axaftina xwe de Takva dîroka Wanê jî bi bîr xist û da zanîn ku Wan divê pêwendiyên xwe ligel Hewlêr, Silêmanî, Zaxo û Duhokê bihêztir bike.

Derbarê pêşxistina sektora geştiyariya Wanê jî Takva got: “Geştiyarî bingeha hemû sektoran e.

Karsaz dikarin bên û bibînin bê ka dikarin di vî warî de çi karî bikin û lêkolînan bikin. Wan beriya Enqereyê û Stenbolê bi 7 hezar salî paytext bû.

Em behsa dîrokeke 7 hezar salî dikin. Xwedî dîrok û çandeke wisa ye. Em dikarin li ser vê kar bikini û ji neteweyên din re bidin nasandin.

Cîranê me yê herî nêzîk Herêma Kurdistanê, Îran û Ermenistan e. Divê em bikaribin bajarê xwe bi însanên wê derê re bidin nasîn.”

 

“Rêya Geşepêdanê rêyeke stratejîk e”

Di dawiyê jî de Takva behsa projeya Rêya Geşepêdanê jî kir û got,  “Em îro bixwazin ji Wanê biçin Herêma Kurdistanê du rêyên me hene.

Yek ji van jî deriyê sînor ê Çêlê- Serzêrê ye ku ji aliyê jêrxana xwe ve gelekî xirab e.

Ya din jî rêya Êlihê yê ya di ser Deriyê Sînor ê Xabûr-Îbrahîm Xelîl re ye ku herî kêm 6 demjimêran dikişîne.

Eger tevahiya projeya Rêya Geşepêdanê were cîbicîkirin hem Tirkiye, hem Herêma Kurdistanê, hem jî Îraq, Erebistana Siûdî û Rojhilata Navîn sûdê jê werdigirin.

Ev projeyek stratejîk e. Helbet ger Tirkiye vê projeyê bi cih bîne û rê bi tevahî were vekirin, dê navbera Wan û Îbrahîm Xelîl ji 6 demjimêran dakeve du demjimêran.

Eger rêya Serzêrê jî were amadekirin, hûn dikarin ji wir di nava 3 demjimêran de xwe bigihînin Wanê.

Ev projeya Rêya Geşepêdanê ku projeyek navneteweyî ye ji bo me girîng e, dê bazirganiya di ser Şirnexê re hêsan bike û rengê me biguhere.

Dema Serokkomarê me çend roj berê hat Wanê yek ji daxwazên me yên herî bingehîn jî ji wî ev bûn.“

Nûçe: Rûdaw TV:  https://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/260320244

BERİSANDİNA KREDÎYÊ