Çanda dewlemend ya pêjgeha Wanê; di 12-15 Îlona 2024an li Pêşangeha Gurme û Gastronomiyê de hate danasîn.
Serokê OBPW Necdet , bernameya vekirinê de axaftinekî kir û bal kişand li ser çanda pêjgeha parêzgeha Wanê û got; “Wan, xwedî çandeke dêrîn e ku mazûvantiya gelek şaristaniyan kiriye. Berhemên ajaldarî û rîwekên xwemalî bûye sedema pêşkeftina gelek cûreyên xwarinê”
Takva, her wiha, ji bo beşdarbûn û piştevaniyê; parêzgarî, şaredarî, jûr û borseyan, saziyên giştî, saziyên sivîl, aşpêj, gel û karsazan spas kir.
Serokê Federasyona Odeyên Cîhanê û Serokê Yekîtiya Ode û Borseyên Tirkiyeyê Birêz M. Rifat Hisarciklioglu, hat serdana Pêşangeha Gurme û Gastronomiyê ya Wanê.
Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal, Serokên Odeyên Karbendan, Nûnerên Rêxistinên Civaka Sivîl; Endamên Lijneya Rêveberiyê, Serok û Endamên Meclîsê, di çarçoveya vekirina Pêşangeha Gurme û Gastronomiyê de çûn serdana pêşkêşgehan.