Şêwirmendên Aboriyê ya Serokê ‘Koma Dostaniya Parlamentoyên Îran û Tirkiyê’ û Nûnerê Rojavayê Azerbaycanê ya ‘Odeya Hevbeş a Bazirganiyê’ Mehram Huseynî, Seyîd Qasimî û karsazên pê re hatin serdana OBPW û li ser têkiliyên civakî û aboriyê ya herdu aliyan de axivîn.
Di civînê de; li ser zêdekirina bazirganiya di navbera her du welatan, pêşxistina pêwendiyên dualî, vekirina kargeheke hevbeş, damezrandina pargîdaniya hevpar de şêwirîn.
Piştî civînê; di Alîkarê Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê Birêz Fevzi Çeliktaş ve ji bo girîngiya serdanê, Şêwirmendên Aboriyê ya Serokê ‘Koma Dostaniya Parlamentoyên Îran û Tirkiyê’ û Nûnerê Rojavayê Azerbaycanê ya ‘Odeya Hevbeş a Bazirganiyê’ Mehram Huseynî re xelat hate pêşkêşî kirin.