Serrûpel-Konmala Nûçeyê-Nûçe-OBPW Lİ TİRKİYEYê DE RêXİSTİNêN HERî ZELAL E.
OBPW li Tirkiyeyê de rêxistinên herî zelal e.
Dîroka Veserbûnê : 12.01.2021 09:01
Xwendinê : 403

Serokê Odeya Bazirganî û Pişesaziyê ya Wanê Necdet Takva, nûsafa çalakiyên sala 2020an ya OBPW dahat û lêçûnên salên 2018-2019 û 2020a de daxuyanî da. Takva, “Odeya Bazirganî û Pişesaziyê ya Wanê, li nav rêxistinên pîşeyî de yên herî zelal e. Di bernamê de endamên lijneya rêveberiyê, endamên  meclîsê, endamên lijneya pîşeyê û endamên çapemeniyê ji amade bûn.

 

Axaftina vekirinê de Sekreterê Giştî ysa OBPW Cengiz Aras diyar kir ku; pêvajoya pandemiyê bandorek pir xirap hate holê, dîsa jî Odeya Bazirganî û Pişesaziyê ya Wanê digel hemî neyiniyan de navber neda xizmetên xwe. Piştî axaftina Aras, pêşandanekî sînevizyonê hate pêk anîn.

 

Serokê Odeya Bazirganî û Pişesaziyê ya Wanê Necdet Takva axaftinên xwe de; li ser bandora pandemiyê de şîroveyan kir. Takva, wekî din anî ziman  bajarê me ji bo penaberan rêyek derbasbûnê ye li her demê de penaber li ser bajarê Wanê derbasdibin. Li ev derbasbûnê de jiyana xwe ji dest didin, dixeniqin, diqerisin ji ber ev bûyeran bajarê me bi rengekî neyinî diyar dike.

 

Takva diyar kir ku; di sala 2020an de erdheja Elbakê, aşîta Miksê, bandora pandemiyê bi kurtasi bajarê Wanê her tim di rojevê de ma. Ev bûyeran di raya giştî de û mirovande hestekî xirab afirand.

 

Takva, piştî agahî û şiroveyên bûyeran li ser budçeya Odeya Bazirganî û Pişesaziyê ya Wanê de daxuyanî da. Takva budçeyên 2018-2019 û 2020an eşkere kir. Budçeya 2018an 5 mîlyon 980 hezar Lîre hate hezir kirin. Di butçeya me ya wê salê %80,13ê pêk hat. Budçeya 2019an 6 mîlyon 4 hezar 641 lîre bû. Ev hezirkirina me jî %87,33 pêk hat. Di sala 2020an de ji  hezra me ya budçeya dahatî 6 mîlyon 702 hezar 129 lîre bû. Me di sala 2020an de budçeya herî çêtirîn ên heman demî pêk anî. Tevî pandemiyê di sala 2020an de rêjeya pêkanînê %97,64e.

BERİSANDİNA KREDÎYÊ