Desteya Odeya Bazirganî û Pişesaziyê ya Wanê, li gel Odeya Bazirganî û Pişesaziyê ya Hewlêrê civiyan. Di civînê de li ser derfetên veberhênanê, geştiyariyên çand-bawerî-tenduristî û her wiha bazirganiya derve de axivîn.
Necdet Takva, axaftina xwe de anî ziman; “em ji bo mazûvantiya we spasiya we dikin û demek nêzîk de em ê li parêzgeha Wanê li pêşwaziya we bikin.” Armanca me têkiliyên navbera her du bajaran zêde bibe. Ser vî avahî em li parêzgeha Hewlêrê ne.”
Serokê Lijneya Rêveberiya Odeya Bazirganî û Pişesaziyê ya Hewlêrê Dara Celîl Xeyat jî bal kişand ser girîngiya têkiliyên Wan û Hewlêrê ji bo geşepêdana bazirganiya di navbera her du welatan de.