Serrûpel-Konmala Nûçeyê-Nûçe-DAXUYANİYA ÇAPEMENİYê EM NİKARİN BİFİRİN! EM NİKARİN HERİN! EM NİKARİN WERİN!
Daxuyaniya Çapemeniyê Em nikarin bifirin! Em nikarin herin! Em nikarin werin!
Dîroka Veserbûnê : 03.08.2022 16:58
Xwendinê : 395

Daxuyaniya Çapameniyê

Em nikarin bifirin! Em nikarin herin! Em nikarin werin!

 

Odeya Bazirganî û Pişesaziyê ya Wanê, ji bo pirsgirêkên rêwîtiyên balafiran û pêwendiyên Îranê de daxuyanî da çapemeniyê.

 

Di daxuyaniyê da hate diyarkirin ku; pirîcaran digel rayedarên THYê hevditîn hatin kirin lê mixabin rêwîtiyên balafiran hêj ne hate zêde kirin. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bangawazî hat kirin. Wekî din;  di derbarê pêwendiyên Îranê piştî gavên di sala 2014an de hatin avêtin negehiştiye asteke baş. Divê; Deriyê Sînor ê Kapikoyê 24 demjimêran xizmet bide û derbasbûna deriye bila nasnameyan bê kirin.

 

Serjimarên parêzgeha Wanê nezî 1 milyon 150 hezar e, ber ku li rojhilata welat e, ji ber dûrbûnê veguhestinê esmanî tê tercih kirin. Salane rêwî zede dibin, ew jî nehêniyên bajêr derdixe holê, lê mixabin rojane rêwîtiyen 7-10 caran nikarin pêdiviyên bajêr bi cih bînin.

 

Banga me; di serî de Birêz Serokkomar, wezaretên têkildar û her wiha Saziya THYê bi lezginî rêwîtiyên balafiran bê zede kirin.

 

Ji 534 kîlometre sînorê bejayî yê di navbera Tirkiye û Îranê de nêzî 300 kîlometre di nava sînorên bajarê me de ye. Her çend pêngavên me di sala 2014an de ji bo baştirkirina peywendiyên xwe bi Komara Îslamî ya Îranê re ku bi serjimarê xwe ya zêdetir ji 80 milyonî û serweta xwe ya jêrzemînî, navê xwe li cîhanê belav kiriye, ji bo zêdekirina dahata geştiyariyê û pêkanîna bazirganiyê me pir caran pêngav avêt. bi awayekî çalaktir, negihîştiye asteke têr. Ji bo pêşxistina peywendiyên bi Îranê re û gihîştina asta tê xwestin divê deriyê sînor neye girtin û 24 demjimêran bila vekirî be.

 

Wekî din, cirantiya me Îranê 400 sale gehiştiye asteke dêrîn û kevnar. Welatiyên cîran ên wek Gurcistan û herî dawî Yewnanîstan bi nasnameyên xwe derbasî welatê me dibin, daxwaza me ew e ku welatiyên Îranê û hemwelatiyên me jî, bi nasnameyên xwe di deriye sînor de derbas bibin.

BERİSANDİNA KREDÎYÊ