“Masiyê Wanê li Tendûrê” hate tomarkirin.
Masiyê Wanê ku cureyekî tenê li Behra Wanê dijî. Ji ber ku Behra Wanê bi sodayiye ber vê yeke Masiyê Wanê sedsalan e hem xwarinek girîng hem jî çavkaniyekî debarê ye.
Li aliye Odeya Bazirganî û Pişesaziyê ya Wanê, ev berhema dewlemend a girîng, piştî xebatekî rêbazî hate tomarkirin. Masiyê Wanê, ji îro pê ve xwediyê Nîşanên Erdnîgariyê ye.
Serokê Odeya Bazirganî û Pişesaziyê ya Wanê Birêz Necdet Takva, hesaba xwe ya medya civakî de anî ziman; “Masiyê Wanê li Tendûrê” hatiye tomarkirin.
Ji aliye Odeya Bazirganî û Pişesaziyê ya Wanê, heya îro; Mirtuxe, Poxîn, Keledoş, Penîrê Wanê a Pincarkirî, Nexşebendiyê Zîvên bi Sewadî, Xwarina Sengeser û Kulîçeyên Wanê hatine tomarkirin. Ev berhemên Wanê, xwediyê Nîşanên Erdnîgariyê ne