Serrûpel-Konmala Nûçeyê-Nûçe-ZêDEKİRİNA BUHAYê CEYRANê DİVê Bê RAÇAVî
Zêdekirina buhayê ceyranê divê bê raçavî
Dîroka Veserbûnê : 04.02.2022 09:56
Xwendinê : 299

Divê zêdekirina buhayê ceyranê bê raçavî

Di van salên dawî de, pirsgirêkên ku çaraliyê cîhanê tê jiyîn, welatê me jî hildaye li bin bandora xwe. Tesîra ev qeyranê bi taybetî bajarê me zêdetir xwe dide hîskirin. Jixwe, bêşekar û hunerwerên me di rewşeke dijwar da bûn, ji ber zêdekirina buhayên ceyran û gaza xwezayi; pirsgirêkên me hîn kûrtir bûn.

 

Bêşekar, hunerwer û hemî karsazên me yên ku di warê kardarî û bi cih kirina şolkaran de xetereyên mezin digirin ser mile xwe, bi rastî di rojên dijwar ên wek bere de  dilsoziya xwe nîşan dane.  

 

Zêdekirina buhayê elektrîkê, ne tenê malbatan, her wiha li ser bazirgan û hunerweran ji bandoreke neyînî der dixe holê. Jixwe parêzgeha Wanê, di nav bajarên xwediyê maliyen herî mezîn e li mixabin rewşeke berevajî dahatên herî kêm de jî tê hesibandin. Ber vê yeke hevbajarên me di bin zehmetiyan de nikarin barnameyên ceyranên ku 2-3 qat zede bidin.

 

Em wek Odeya Bazirganî û Pişesaziyê ya Wanê, bi kêrhatî dibinin ku ev bangawaziyê bikin; “ girîng e ku ji nû ve zêdekirina bihayên ceyran û gaza xwezayî bê raçavî, her wiha neyîniyên bajêr bê hesibandin. Hevbajarên me, bi taybetî bazirgan, karsaz û hunerwerên me, hêza wan tüne ye ku van barnameyan bidin.”

 

“ Em daxwaz dikin ku hemû saziyên fermî yên rayedar, nemaze Saziya Bikeyskirina Piyasayên Vejenê, hestiyar bin û divê zêdekirina buhayê ceyranê bê raçavî”

 

Lijneye Rêveberiyê ya Odeya Bazirganî û Pişesaziyê ya Wanê 

 

BERİSANDİNA KREDÎYÊ