Bi hevkariya Odeya Bazirgani û Pişesaziyê ya Wanê û Navenda Agahiyê ya Yekîtiya Awropayê de; Bernameya Avhewayê hat lidarxistin.
Di çarçoveya Hefteya Diplomasiya Awropayê de, bi piştgiriya Delegasyona Yekîtiya Awropayê û mazûvantiya Odeya Bazirgani û Pişesaziyê ya Wanê de li Otêla Elit World de, bi civîngeriya Endamê Beşa Aboriyê ya Zanîngeha Anadoluyê Doç. Dr. Edhan Akdemir bername hate lidarxistin.
Serokê Lijneya Rêveberiyê ya Odeya Bazirgani û Pişesaziyê ya Wanê Necdet Takva, di civînê de; derbarê guherîna avhewayê, belavbûna karbonê, bêavî û her wiha pirsgirêkên xwezayî de axivî.