Hewldanên Odeya Bazirganî û Pişesaziyêya Wanê encam da…
Piştî Hewldan û piştgiriyên Odeya Bazirganî û Pişesaziyê ya Wanê (OBPW), li parêzgeha Wanê veberhênaneke teknolojiyê tê damezrandin.
Navenda Bangê ya Webhelpê ku bi piştgiriya OBPW, di sala 2018-an li heya îro li parêzgeha Wanê de 1.700 ciwanên bajêr şirketa xwe bi cîh kiriye, îro dest pê dike ku; bi şirikatiya pargîdaniyên komê Teknofix Telekominikasyon A.Ş. re veberhênanekî nû ava dike.
Teknofix ku, li gelek parêzgehên Tirkiyê karûbarên telekomunîkasyonê dide, armanca wan ew e ku di nav salekê de 500 ciwanên bajêr li ser vî karê bi cîh bike.
Daxuyaniya nivîskî ya OBPW de:
“Li parêzgeha Wanê de 1 mîlyon 150 hezar niştecih dijîn, hejmara koma temenê 0-29 sal (serjimarê ciwan) 700 hezar zêdetir e. Ev hejmar %65 ji serjimarê Wanê vedihewîne. Rêjeya temenê ya parêzgeha Wanê 22,6 sal e, ev rêje 3 carê nîvekî Tirkiyê ye. Ber vê sedemê, veberhênanê cil û bergan û veberhênanên navenda bangê pir giring in.”
Ji ber vê yekê, Odeya Bazirganî û Pişesaziyê ya Wanê, her tim amadeye ku piştgiriyê bide pêngav û veberhênanên bi vî şeklê.