Serrûpel-Konmala Nûçeyê-Nûçe-ROJA “TAŞTê YA CîHANê” Dİ ROJA YEKŞEMê 6ê PûŞBERê DE Tê PîROZKİRİN.
Roja “Taştê ya Cîhanê” di roja Yekşemê 6ê Pûşberê de tê pîrozkirin.
Dîroka Veserbûnê : 28.05.2021 11:14
Xwendinê : 401

Roja “Taştê ya Cîhanê” di roja Yekşemê 6ê Pûşberê de bê pîrozkirin.

 

Taştê, li nav xwarinên rojane de ya herî girîng e, bi rastî xwarina yekem a rojê ye. Her wiha lêkolîn nîşan didin ku; taştê, ji bo zarok û ciwanan di heyama mezinbûnê de tevkariyên girîng dike.  

 

Taştê, di jiyana mirovan de cihekî girîng digire. Wekî din taştêyên taybet jî hene; yek ji wan Taştêya Wanê ye. Di sala 2014-an de li tevlîbûna 51.793 kesî, navûdengê Taştêya Wanê, Pirtûka Rekoran a Guinnessê ve hate nivîsandin.  Em wek serbilindî û coşiya wî rojê; îsal 6ê Pûşberê de Roja Taştê ya Cîhanê ya duyemîn pîroz dikin.

 

Roja Taştê ya Cîhanê pêşengiya Odeya Bazirganî û Pişesaziyê ya Wanê, îsal cara duyemîn tê pîrozkirin. Bi biryara ku ji par ve hatî girtin; her sal yekşema yekem a meha pûşberê / demjimêr:11.00ê de yê bê pîrozkirin. Sala 2020an de yekem Roja Taştê ya Cîhanê di gerdûnê de tevlibûnekî girseyî hate pîrozkirin.

 

Roja Taştê ya Cîhanê îsal jî 6ê Pûşberê roja yekşemê demjimêr 11.00an de li ser medyaya civakî bê pîrozkirin. Hûn jî beşdarî roja herî şeng a cîhanê bibin! Ji bo pîrozkirina “Roja Taştê ya Cîhanê” sifrekî taştêyê bêkêmasî amade bikin. Wêne û dîmenên sifreyên xwe; demjimêr: 11.00-ê de li ser medyaya civakî bi dirûşmê #rojataştêyacîhanê û #dünyakahvaltıgünü ve parve bikin.

 

BERİSANDİNA KREDÎYÊ