Serrûpel-Konmala Nûçeyê-Nûçe-DERİYê SîNOR A KAPİKOYê HATE VEKİRİN.
Deriyê Sînor a Kapikoyê hate vekirin.
Dîroka Veserbûnê : 20.05.2021 12:41
Xwendinê : 363

Deriyê Sînor a Kapikoyê  hate vekirin.

 

Deriyê Sînor a Kapikoyê, di dîroka 24 Adarê heya îro ji ber pêşgiriyê koronayê nezî 14 mehe hatibû girtin. Piştî ku agahî û biryarên vekirinê ya deriyê sînor li parêzgeha Wanê de bi coşî û kêfxweşî hatê pêşwazî kirin. 

 

Deriyê Sînor a Kapıkoyê ji bo aboriya parêzgeha Wanê; wekî navenda bazirganiyê te hesibandin.  Lê mixabin ji girtina deriyê û heya îro li her beşê de aboriya bajêr û herêmê rewşekî xirab da bû.

 

Ji bo vekirina Deriyê Sînor a Kapikoyê, Odeya Bazirganî û Pişesaziyê ya Wanê, hewldan û gavên girîng avêt. Ji ber ku daxwazên endamên Jûr di vî alî de bûn. Bi taybetî Yekîtiya Ode û Borsayên Tirkiyê (TOBB) navbeynkarî û pêşengiya hewlanên me kir.

 

Daxwaz û xwesteka me ev e ku; pêvajoya dijwar a ku em tê re derbas dibin, carek din neyê jiyîn. Baweriya me rojên pêş de; aboriya gelemper pêşve biçe.

 

Ji ber ku vekirina deriyê sînor; Serokkomar Recep Tayyip Erdogan, Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu, Wezîrê Tenduristiyê Fahrettin Koca, Wezîrê Bazirganiyê Mehmet Muş, Parlementerên Wanê, Endamên Ak Partiyê ya MKYKyê Burhan Kayaturk û Fatih Çiftçi, Endamên Rêzdariyê ya Ak Partiyê Zahir Soganda, Şêwirmendê Serokkomariyê Gulşen Orhan, Serokê Yekîtiya Ode û Borsayên Tirkiyê (TOBB) M. Rifat Hisarcıklıoglu, rêxistinên pîşeyî, rêxistinên cîvaka sivîl, endamên Odeya Bazirganî û Pişesaziyê ya Wanê, bêşekar û bazirganên parêzgeha Wanê û hevalên me yên İranê re spasiya xwe bi rêwedikin.

Odeya Bazirganî û Pişesaziyê ya Wanê 

BERİSANDİNA KREDÎYÊ