Wêneya Behra Wanê hilbijêrin!
Behra Wanê, pêşbirka wêneyan ya Gerîngeha Esmangerî û Fezayê ya Neteweyî (NASA) de derket fînalê! Dengdan di 12ê Avrêlê de bi dawî dibe!
Pêwendiya dengdayînê: https://earthobservatory.nasa.gov/tournament-earth
Wêneya Behra Wanê ku ji aliyê Esmanger Kate Rubins ve li fezayê de di sala 2016-an de hatibû kişandin “Pêşbirka Wêneyan ya Gerîngeha Esmangerî û Fezayê ya Neteweyî (NASA)” yê de derket finalê.
Di pêşbazî tevlîbûna 32 wêneyan dest pê kir, di dawiyê de du Wêne man e fînalê. Yek ji van wêneyan Wêneya Behra Wanê ku ji aliyê Esmanger Kate Rubins ve hatibû kişandin.
Ji bo ev bûyera girîng, derbarê pêşbaziyê de ji aliyê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê daxuyaniyek nivîskî hate kirin. Daxuyaniyê de hate gotin ku; ev pêşbazî ji bo danasîna parêzgeha Wanê û behra Wanê pir girîng e. Divê her ferdekî bajêr û hemwelatiyên Tirkiyeyê ji bo ku serketina wêneya Behra Wanê hewl bide.