Berhemên nîşanên erdnîgariyê yên parêzgeha Wanê, Kovara Aboriyê ya TOBBê (Yekîtiya Ode û Borseyan ya Tirkiyeyê) de hatin weşandin.
Ji aliyê Odeya Bazirganî û Pişesaziyê ya Wanê, berhemên deverî tên tomarkirin. Di encama lêkolînan de di sala 2013-an heya naha; Penîrê Pincarkirî yên Wanê, poxîn/qawit, mûrtuxa, Keledoş, Xalîçeyên Jîrkanî û Zîvên Sewadî bi çerçoveya nîşanên erdnîgariyê hatin tomarkirin.
Di Kovara Aboriyê ya TOBBê (Yekîtiya Ode û Borseyan ya Tirkiyeyê) de; van berhemên nîşanên erdnîgariyê cîhê xwe girt in. Di kovarê de derbarê berheman de agahî hate parve kirin.
Rûpela Kovara Aboriyê ya TOBBê: http://haber.tobb.org.tr/ekonomikforum/2020/e317/#forum-317-edergi/page/102-103