Serokê Rêveberiya Odeya Bazirganî û Pişesaziyê ya Wanê Necdet Takva û Sekreterê Giştî Cengiz Aras çûn serdana Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu. Takva, di hevdîtina Wezîr Soylu de, pirsgirêkên sereke yên parêzgeha Wanê anî ziman. Takva bi taybetî ji bo vekirina deriyê Sînor ya Kapıkoyê de piştevaniya Soylu xwest.
Wekî din, di hevdîtina digel Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu de, Serokê Lijneya Odeya Bazirganî û Pişesaziyê ya Wanê Necdet Takva, mijarên pirsgirêkên parêzgeha Wanê anî ziman. Her wiha, deriyê sînor, bazirganiya derve, aboriya geştûguzariyê û li ser bandora pandemiyê de axivî.