Serrûpel-Konmala Nûçeyê-Nûçe-DESTEYA OBPW PİRSGİRêKêN WANê GİHANDİN WEZîR WARANK
Desteya OBPW Pirsgirêkên Wanê gihandin Wezîr Warank
Dîroka Veserbûnê : 29.01.2021 10:56
Xwendinê : 408

Serokê Meclîsê Odeya Bazirganî û Pişesaziyê ya Wanê (OBPW) M Yasin Ertürk, Serokê Rêveberiya Odeya Bazirganî û Pişesaziyê ya Wanê Necdet Takva, Cîgirê Serokê OBPW Şefik Ernen, Endamê Rêveberiyê Burak Gültepe û Sekreterê Giştî Cengiz Aras çûn serdana Wezîrê Pişesazî  û Teknolojiyê Mustafa Varank.

Di hevdîtina digel Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mustafa Varank, Serokê Lijneya  Odeya Bazirganî û Pişesaziyê ya Wanê Necdet Takva de diyar kir ku li ser; bandorên pandemiyê li ser bajarê Wanê, vekirina Deriyê Sînor ya Kapıköyê, pirsgirêkên saziyên bazirganiyê guftûgo pêk hat.  

Di civînê de, Serok Takva ji Wezîr Mustafa Varank re diyar kir ku OBPW, DAKA û KOSGEB paydarên girîng in, di navbera van saziyan de danûstandinekî  xurt heye û ev diyalog ji bo bazirganiya bajêr pir giring e.

Serok Takva, berdewamiya axaftina xwe de; ji bo veberdêrên tekstîlê re piştevaniya alav û makîneyan de piştrgirî xwest. Takva, pirsgirêkên hilsegandinê ekspertîzê, piştevaniyên beşan û  bazirganiya derve ji anî ziman.

BERİSANDİNA KREDÎYÊ