Serrûpel-Konmala Nûçeyê-Nûçe-Jİ BO VEKİRİNA DERİYê SîNOR DAXUYANİYêN CîGİRê SEROKê OBPW FEVZİ ÇELİKTAŞ
Ji bo vekirina deriyê sînor Daxuyaniyên Cîgirê Serokê OBPW Fevzi Çeliktaş
Dîroka Veserbûnê : 15.01.2021 11:45
Xwendinê : 293

Deriyê Sînor ya Kapikoyê, li ser rêya İpekyolê de, li dîrokê heya naha ji bo bajêr, herêm û welatê Tirkiyeyê pir girîng e. Ev derî ne tenê ji bo aboriyê, her wiha ji bo cîrantî û têkiliyên xizimtayîyê ya welatiyên Îran û Tirkiyeyê de ji pir muhîm e.

Di serî de, bazirganiya hinarde û hawirdeyê de, wekî din ji bo aboriya geşt û guzariyê de bûye sedema têkariyên aboriyê. Li pêşiya pandemiyê de bazirganîya bajarê Wanê, bi rojane ser vi awahîyê pêş dîçû.

Hewldan û xîretên Odeya Bazirganî û Pişesazîyê Wanê û kedên Wezîrê Gumrik û Bazirganiyê ya wî demê Fatih Çiftçi, Deriyê Sînor a Kapıkoyê veberhênanekî nezî 110 mîlyon lîre hate nûve kirin.

 

Deriyê Sînor ya Kapıkoyê, ji bo Wanê pêwist e, her wiha ji bo bajêr, xwedî girîngiyek mezin e. Welatê Îranê bazarekî mezin e. Aboriya bajêr ser vî avahiyê pêş ve diçe.  

Di sala 2018an de, 13 mîlyon û sala 2019an de ji 21 mîlyon dolar hinarde ser saya Kapıkoyê hatiye pêk anîn. Lê mixabin, di sala 2020an de ne tenê bazirganiya derve, her wiha, qada geşt û guzariyê de ji pirsgirêkên mezin çêbûn. Her sal nezî 500 hezar geştiyar li vî deriyêde derbas dibûn lê mixabin îsal zirarekî bê terîf çêbû.  

 

Di meha Adar a 2020an, bi pêşgiriyên pandemiyê derî hate girtin. Adar dema newrozê ye, li ev demê de geştiyariyên Îranê ji bo etlahî û bêhndanê dihatin Wanê, lê ev bûyer bû asteng.

Mehê 50 hezar an ji 70 hezar geştiyar, ser Kapikoyê dihatin Wanê. Lê vî demê de mirovek ji derbasî Wanê nebûye. Li ber vê rewşê zirarekî giran li holê de ye.

Meha Adarê heya naha, me ji bo vekirina deriyê sînor her tim dengê xwe bilind kir. Li ser medya civakî, çapemenî û her qadê de me bang kir. Me go; girtina Kapikoyê ne durist e. Me van gotinan bi dengekî bilind anî ziman.

Mixabin, ev daxwaza me bê bersiv ma. Piştî pêvajoya asayî, di xeynî Wan, Agirî û Colemergê deriyên din hatin vekirin. Gihaniya balafiran berdewam dike. Kapikoy 100 kîlometre dûrî Wanê ye, ber girtina deriyê; welatiyên Îranê, bi balafiran çûn Stenbol û metropolên din.

Ji bo çareserkirina vî pirsgirêkê, me serî de got ku, ev biryara girtina Kapikoyê şaş e. Lê belê rayedaran guhên xwe ji vî dengê re girtin.

Piştî girtina Kapikoyê, aboriya bajêr tarûmar bû. ji bo çareserkirinê, me her tim dengê xwe bilind kir. Lê mixabin me çarekî nedît.

Civaka me, di demên diltengiyê da, bi bawerî û daxwazan destê xwe ji Xwedayê mezin ra vedike; “Xwedêyo! me ji nebaşiyê û tengasiyê biparêze me re deriyekî baş veke ” ji ber ku hemî derî hatine girtin û daxuyaniyên me ne hat dîtin, me jî rêyek wusa bi kar anî.

 

BERİSANDİNA KREDÎYÊ