Serrûpel-Konmala Nûçeyê-Nûçe-DİVê KAPIKÖY Jİ BO RêWİYAN Bê VEKİRİN.
Divê Kapıköy ji bo rêwiyan bê vekirin.
Dîroka Veserbûnê : 16.12.2020 13:21
Xwendinê : 401

Desteya Odeya Bazirganî û Pişesaziyê ya Wanê,

Divê Kapıköy ji bo rêwiyan bê vekirin.

Serokê Odeya Bazirganî û Pişesaziyê ya Wanê Necdet Takva, Endamê Rêveberiya OBPW Necip Oflas û Endamê Şêwirmendiya Bilind ya OBPW Yunus Gökçenay çûn serdana Deriyê Sînor a Kapıköyê.

 

Desteya Odeya Bazirganî û Pişesaziyê ya Wanê di serdanê de bi Gerînendeyê Gumrikê Mesut Ungurlu re hevdîtinek pêk anî. Di hevdîtinê de der barê derî de agahiyan girtin. Piştî agahî û lêkolînan Serokê Odeya Bazirganî û Pişesaziyê ya Wanê Necdet Takva, daxuyanî da çapemeniyê. Takva, axaftina xwe de got ku; “armanca me ji bo vekirina Deriyê Kapıköyê hişyarkirina raya giştî ye.”

 

“Kapıköy ji bo aboriya bajarê Wanê û Herêma Anatoliyaya Rojhilatê cihekî pir girînge. Armanca me Deriyê Kapıköy ji wek deriyên din ya rojavayê welatê me, bê vekirin. Em çûn serdana kompanyaya peymanger û me xebatên rê ya navbera Wan û Kapıköyê de tê avakirin lêkolinan pêk anî. Ji bo mazûvanti û hevaltiya Serokê Lijneya Rêveberiyê ya Pargîdaniya Gökçenay û Endamê Şêwirmendiya Bilind ya OBPW Yunus Gökçenay spas dikin. Deriyê Kapıköyê veberhênanek mezin ku bi qasî 110 mîlyon lîra hate avakirin. Nêzi saleke ber nexweşiya pandemiyê de derî girtiye. Ev rewş ne baş e lewra zirarekî giran daye aboriya bajêr û herêmê.”

 

Takva berdewamiya axaftinên xwe de got ku; “em ê ji bo vekirina deriyê sînor her tim dengê xwe bilind bikin. Armanca me aborî û pêşketina bajêr, herêm e.  Em bi dubare bang dikin; Deriyê Sînor a Kapıköyê bi şêwazekî çavderî ji bo rêwiyan bê vekirin.”

BERİSANDİNA KREDÎYÊ