Serrûpel-Konmala Nûçeyê-Nûçe-SEROK TAKVA: BEHRA WANê Lİ DİNYAYê ELEQEDAR DİKE.
Serok Takva: Behra Wanê li dinyayê eleqedar dike.
Dîroka Veserbûnê : 01.12.2020 13:40
Xwendinê : 381

Serokê Odeya Bazirganî û Pişesaziyê ya Wanê Necdet Takva, li ser Zagona Parastina Behra Wanê, TRT Haberê re peyivî.   

 

Takva, ji bo hestiyariyên hevjîna Serokkomar Birêz Recep Tayyip Erdoğan, Emine Erdoğanê re spasiya xwe anî ziman. Takva, diyar kir ku; “mijara Behra Wanê li hemû dinyayê eleqedar dike.”

 

Serok Takva, di daxuyaniya xwe de destnîşan kir; ji sala 2013an heya îro me li ser parastina Behra Wanê xebatên pir girîng pêk aniye.  Di sala 2014an de li tev hevgirên Konsîla Bajêr û beşdariya nûnerên MÜSİADa wê heyamê Parêzer Îsmaîl Say re, me ev mijara girîng di rojevê de girt. Armanca me hemû mirovên li der û dora Behra Wanê dijin li van hişyarkirin bû. Me di çarçoveya vê daxwazê de ji bo parastina Behra Wanê lêkolînek pêk anî. Bi piştgiriya Birêz Îsmail Say, pêşnumayek zagonî me amade kir.

 

Nûsafên ku li ser Behra Wanê hatine amadekirin, parlementer, Serokê Meclîsê, Serokkomar, Serokwezîr û hemî karbidestên dewletê re şand. Her wiha du salên berê, feraşa nîşanên erdnîgariyê de li bajarê Enqerê, Cigîrê Serokatiya me Birêz Fevzi Çeliktaş, li ev mijarê hevjîna Serokkomar Birêz Recep Tayyip Erdoğan, Emine Erdoğanê re şirove kir û piştgirî xwest.

 

Şewirmendê Serokkomar Birêz Recep Tayyip Erdoğan, Birêz Gulşen Orhan, li ev daxwaza girîng li xwedî derket û demekî berê li Birêz Emine Erdoğanê re li ser parastina Behra Wanê axivî. Ev hevdîtin amedekirina nexşeya çalakiyên Behra Wanê di dawiya 2020an de anî rojeva me. Em ji ber vê yekê kêfxweş in. Behra Wanê yek ji girîngtirîn nirxên erdnîgariya me ye. Em dizanin ku li vê gavê wargehên li rexê Behra Wanê dawergehan têrê nakin. Takva dawiya axaftina xwe de got ku, divê hemû sazî di derbarê vê mijarê de hestiyar bin.

BERİSANDİNA KREDÎYÊ