Serrûpel-Konmala Nûçeyê-Nûçe-SEROK TAKVA: XEBATêN ME Yê Jİ BO DAMEZRANDİNA 'HERêMA PîŞESAZİYê YA TEKNOLOJİYA BİLİND' DİDOME.
Serok Takva: Xebatên me yê ji bo damezrandina 'Herêma Pîşesaziyê ya Teknolojiya Bilind' didome.
Dîroka Veserbûnê : 22.10.2020 08:25
Xwendinê : 410

Xebatên me yê ji bo damezrandina 'Herêma Pîşesaziyê ya Teknolojiya Bilind' didome.

Civîna danasînê, ya veberhênanên Konsîla Nanoteknolojî û Nûjeniyê ya Îranê (INIC) li parêzgeha Wanê bê pêkanîn, hate lidarxistin.

 

Civîn, mazûvantiya Serokatiya Herêma Pîşesaziyê ya Bisazûmaniya Wanê hate lidarxistin. Di civînê de; Alîkarê Parêzgarê Wanê Mesut Ozan Yilmaz,  Serokê Lijneya Rêveberiyê ya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê Necdet Takva, Serkarê Giştî ya VASKİyê Ulker Cem Kaplan, Serdestên Saziyên Giştî, Rêxistinên Civaka Sivîl, Şêwirmendê Rêvebiriya Konsîla Nanoteknolojî û Nûjeniyê ya Îranê (INIC) Javad Negarandeh û lijneya bi wî re amade bûn.

 

Di civînê de, Serokê Lijneya Rêveberiyê ya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê Necdet Takva, axivî û got; “Bi salane ku em li ser damezrandina Herêma Pîşesaziyê ya Teknolojiya Bilind a li sînorê Komara Tirkiyeyê û Komara İranê xebat dikin û pêwendiyan diperisînin. Me ev daxwaza girîng li mehek berê, gihande Wezîrê xwe yê Pîşesazî û Teknolojiyê. Me pêşnûmaya xwe bi wi awayî pêşkeşî Yekîtiya Ode û Borsayên Tirkiyeyê re ji kir. Ev raman û daxwaza hevpar a Wanê ye. Bi heman awayî, em bi bervêderên xwe ya Komara Îranê re ji danûstendinan dikin. Civîna me ya îro, daxwaz û ramanên pêşnûmaya me xurt dike. Îro destûrmendên ku bajarê me temsîl dikin li vir amade ne. Ew rewşekî pir biqîmet e. Divê hevalên me yê Îranê, xwe li wek mala xwe bihesibînin. Bi van hest û ramanan em wek Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê, dibejîn ku deriyên me her gav ji we re vekirî ye.

Galeri
Serok Takva: Xebatên me yê ji bo damezrandina 'Herêma Pîşesaziyê ya Teknolojiya Bilind' didome.
Serok Takva: Xebatên me yê ji bo damezrandina 'Herêma Pîşesaziyê ya Teknolojiya Bilind' didome.
Serok Takva: Xebatên me yê ji bo damezrandina 'Herêma Pîşesaziyê ya Teknolojiya Bilind' didome.
BERİSANDİNA KREDÎYÊ