Serrûpel-Konmala Nûçeyê-Nûçe-DİVê DERİYê KAPİKOYê Bê VEKİRİN! SERDANA WEZîRê ÇAND û GEŞTûGUZARİYê YA ÎRANê MOUNESAN, Lİ OBPW
Divê Deriyê Kapikoyê bê vekirin! Serdana Wezîrê Çand û Geştûguzariyê ya Îranê Mounesan, li OBPW
Dîroka Veserbûnê : 21.10.2020 08:18
Xwendinê : 558

Serdana Wezîrê Çand û Geştûguzariyê ya Îranê Mounesan, li OBPW.

Wezîrê Çand û Geştûguzariyê ya Îranê Dr. Elî Asghar Mounesan, di mazûvantiya Old Tuşba Turizmê de hat parêzgeha Wanê. Mounesan, piştî pêşwaziyê tevlî civîna şêwrê  bû. Civîn di pêşdariya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê hate lidarxistin.

 

Di civînê de; Wezîrê Çand û Geştûguzariyê ya Îranê Dr. Elî Asghar Mounesan û desteya wî, Alîkarê Parêzgarê Wanê Turgut Gülen, Serokê Lijneya Rêveberiyê ya Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Wanê Necdet Takva, Alîkarê Lijneya Rêveberiyê OBPW Fevzi Çeliktaş û Şefik Eren, Hesêbgirê Lijneya Rêveberiyê OBPW Mehmet Değer, Endamên Lijneya Rêveberiyê OBPW Veysel Parin, Eren Görsel Görmen, Necip Oflas, Serdar Balandi û Burak Gültepe, Nûnerê Kargeha Bazirganan ya Tirkiye û Îranê û Şêwirmendê Rûmetî ya OBPW Samed Poursoltani, Karbidestê Old Tuşba Turizmê Erkan Yılmaz û Gerînendeyê Giştî ya Elite Word Hotelê Oktay Aksoy amade bûn.

 

Wezîrê Çand û Geştûguzariyê ya Îranê Dr. Elî Asghar Mounesan, ji bo amade kirina bernameyan û mazûvantiyê spasiya xwe anî ziman. Mounesan axaftina xwe de got ku; “tekîliyên Tirkiye û Îranê di her demê de di çarçoveya dostaniyê ve hatiye meşandin. Gelê Îranê her tim ji gelên Tirkiyeyê hez kiri ye. Her wiha ez baş dizanim ku gelên Tirkiyeyê ji her tim gelên Îranê hez dike û piştgiriya xwe ji nîşan dide. Îran û Tirkiye welatên bihêz in. Aboriyên wan ji bihêz in. Ji ber vê yekê, heke hevkariya her du welatan geş bibe û pêşve biçe, ev ê li ser hemî welatên Îslamî de bi erênî xuya bike. Potansiyela ya her du welatan diyar e. Em dikarin bi piştgiriyê bidin van potansiyelên ku di salên berê de derketin pêş, bînin astek baştir. '

 

Wezîrê Çand û Geştûguzariyê ya Îranê Dr. Elî Asghar Mounesan, di berdewamiya axaftina xwe de; welatî û veberdêrên Tirkiyeyê vexwend Îranê. Divê Hikûmeta Tirkiyê biryara vekirina deriyên sînorê Îranê bigire. “Em hewce ne ku di vê pêvajoya xerab de hevaltî û biratiya xwe ya nêz xurt bikin û bi hev re bin. Weke rêveberên herêmî yên 2 welatan, ji bo ku bigihêjin astek baştir, em dikarin bi hewldan û gavên hevpar biavêjin.”

 

Serokê Lijneya Rêveberiyê ya Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Wanê Necdet Takva, axaftinên xwe de got ku; van 6 salên dawî de têkiliyên ku di navbera Wan û Îranê de çêbûne, bi hatina Wezîrê Çand û Geştûguzariyê ya Îranê Dr. Elî Asghar Mounesan, diyar dike ku derbasî nuqteyek baş bûye. Mixabin, heya 6 salên berê, ne gengaz bû ku meriv li ser aborî û têkiliyên bajarên sînor ya Îran û Tirkiyeyê bi axive. Di sala 2014an de me digel Lijneya Rêveberiyê berê xwe da rojhilatê. Dema ku me dest avête vî karî, me bi coşî û piştgiriya şaredar, parêzgar, û rêveberiyên milkî ya bajêr û pisporên geştyariyê  gelek riwîtî pêk anî.  Em fêhm dikin ku me di 6 salên dawî de biryarekî rast hildaye. Ev biryarê me ji serdana wezîrê me yê rêzdar ve tê fêhm kirin.

 

Serokê Lijneya Rêveberiyê ya Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Wanê Necdet Takva, di berdewamiya axaftina xwe de got ku; “em bank dikin ku, riwîtiyên welatiyên Îran û Tirkiyeyê bi nasnameyê pêk bê.  Em nikarin cîranên xwe biguherînin, ev 400 sale cîrantiya me ber dewam dike.  Divê  têkiliyên me yên cîrantiyê û potansiyela bazirganiyê, were qadek din û bêtir werin pêşve xistin.

Civîna şêwrê; piştî teqdîma xelatan qediya.

 

 

 

Galeri
Divê Deriyê Kapikoyê bê vekirin! Serdana Wezîrê Çand û Geştûguzariyê ya Îranê Mounesan, li OBPW
Divê Deriyê Kapikoyê bê vekirin! Serdana Wezîrê Çand û Geştûguzariyê ya Îranê Mounesan, li OBPW
Divê Deriyê Kapikoyê bê vekirin! Serdana Wezîrê Çand û Geştûguzariyê ya Îranê Mounesan, li OBPW
Divê Deriyê Kapikoyê bê vekirin! Serdana Wezîrê Çand û Geştûguzariyê ya Îranê Mounesan, li OBPW
BERİSANDİNA KREDÎYÊ