Serrûpel-Konmala Nûçeyê-Nûçe-SEROK TAKVA SîNORAN VEKİN
Serok Takva Sînoran Vekin
Dîroka Veserbûnê : 13.10.2020 08:25
Xwendinê : 436

Serokê lijneya rêveberiyê Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Wanê Necdet Takva, ji Rojnameya Dünya re axivî.

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê Necdet Takva got ku; em li bendê ne ku çêkirina Deriyê Sînor ê Razî, ku bi dûrbûna 8 kîlometreyan ji navçeya Saray a Wanê ye, di dawiya salê de were qedandin, û got, 'Armanca me ew e ku em salê 1 mîlyar dolar bazirganî ji vî deriyê de bikin.'

Takva, ku dîmenên li ser hesabê xweyê medya civakî parve kir, di daxuyaniyên xwe de got ku ev der ne tenê ji bo Wanê di heman demê de ji bo bajarên din ên herêmê jî tê wateya vekirina erdnîgariyek pir fireh.

Takva, her wiha got ku; Kapıköy bibe yek ji moderntirîn deriyê gumrikê yê Tirkiyê. Piştî xebatên nûjenbûna deriyê Kapıköyê, Dewleta Îranê Ji li ser deriyê xwe yê sînor ya Raziyê xebata nûjenkirinê dest pê kir.

Deriyê Sînor a Kapıköy ku di Adara 2019'an de hate vekirin, ji alîyê TOBB ve bi veberhênana 112 mîlyon TL hate nûve kirin.

Bi projeya nûjenkirinê ya ku ji bo gumrikan bazirganiya bilez û hêsan dest pê bike, qadên xizmetê ji 18 hezar metrekare bû piştî xebatê nûjeniyê gihîşte 70 hezar metrekare. Makîneyên herî nûjen, alavên klîmayên nûjen, salonên VIP-CIP û parkên amûran û wekî dezgehên ku veguhestinekî  lawan pêk bê hate arastin.

Takva diyar kir ku ew ji ber nexweşiya pandemiyê nekarin salane navînî 40 mîlyon dolar bazirganî bikin, Takva got ku divê Kapıköy ji dergehên peyayan re bi sînor bê vekirin. Bandora li ser hemî pandemiya cîhanê neqediyaye û destpêka normalîzekirina Wanê dê bibe navenda bazirganî ya Tirkiyê û bazirganî û geştîyariya navneteweyî de alîkariyek mezin bine holê.  Armanca ku Deriyê Sînor a Kapıköy û Tirkiye rêyek bihêztir bi Îran û Asyayê ve girêbide.

BERİSANDİNA KREDÎYÊ