Ji bo; “Behra Wanê Qirêj Nebe û Paqij Bimine” Odeya Pîşesazî û Bazirganîyê ya Wanê, bi hevkarîya Çalaksazên Behra Wanê, çalakîyên “Ji bo Behra Wanê gavek ji tu bavêje” hate li darxistin.
Di çarçoveya çalakîya bi nav; “Ji bo Behra Wanê gavek ji tu bavêje” heya vê rojê, 430 km hate meşandin.
Çalakîya dawî li ber Zanîngeha Yüzüncü Yıl'ê ya Wanê dest pêkir û li ber Odeya Pîşesazî û Bazirganîyê ya Wanê dawî bû. di çalakîyê de; Parêzgarê Wanê M. Emin Bilmez, rayedarên sazîyên dewletê, Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganîyê ya Wanê, Birêz Necdet Takva û endamên rêveberîyê, welatîyên Wanê û her wîha endamên Çalaksazên Behra Wanê amede bûn.