Li piştî xebatên Odeya Pîşesazî û Bazirganîyê ya Wan’ê Penîrê Wan’ê hat tomar kirin û belgenîşana erdnîgarîyê hat wergirtin.
Penîrê Wan’ê nêzî 200 sale, li serî da bajarê Wan’ê û derdorê herêmê tê hilberandin. Di nav de giya û çêreyên bajêr hene û bi teknîke ki xwezayî tê çêkirin.
Penîrê Wan’ê li bin axê, nêzî 4-7 mehan tê veşartin. Zêdetir li hevxistina bîst nebatan tê bikaranîn. Li nav penîrê Wan’ê; Sirmo, mendo, heliz û siyabo çêreyên herî girîngin. Û derdorê bajarê Wan’ê û herêma Rojhilata Anatolya yê şîndibin.
Her wiha, Evliya Çelebi, li seyahatname yên xwe da qala penîrê Wan’ê dike.