Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganîyê ya Wan’ê Birêz Necdet Takva, Serokê Civaka OPBW Birêz Hüseyin GÜNEŞ û Endamên Lijneya Rêweberiyê çûn serlêdana veberdêrên Tekstilkentê. Takva û Lijneya OPBW yekem bêşegehên hilberînê geriyan û pirsgirêkên xwediyê bêşegehan guhdarkirin.
xwediyê bêşegehan; pirsgirêkên rê, elektrîk û gihanîyê diyarkirin û anîn ziman di bin şert û mercên zehmet da em hilberînê dikin. Takva piştî agahî û daxuyanîyên karsazan, got ku; em wek Odeya Pîşesazî û Bazirganîyê ya Wan’ê daxwazkarên Tekstilkentê ne. Lê mixabin di vî warî de helwestek heye. Divê saziyek bi hêz Tekstilkentê xwedîderkeve.