Serrûpel-Konmala Nûçeyê-Nûçe-SPASîYA TAKVA, Jİ ŞAREDARîYA RêYA ARMûŞê RA
Spasîya Takva, ji Şaredarîya Rêya Armûşê ra
Dîroka Veserbûnê : 08.06.2016 10:52
Xwendinê : 743
Xebatên Şaredarîya Rêya Armûşê ya qetran kirina rêyan, pergal kirina hawirdor û vehara peyageran didome.

Serokê Lijneya Rêveberîya Odeya Pîşesazî û Bazırganiya Wan’ê Birêz Necdet TAKVA û Alîkarê Hevseroka Şaredarîya Rêya Armûşê Birêz Halis ÇAKIR, hatin cem hev û xebatên qetran kirinê li cih lêkolîn kirin.

Serokê Lijneya Rêveberîya Odeya Pîşesazî û Bazırganiya Wan’ê Birêz Necdet TAKVA, got ku; “xebatên wek  qetran kirina rêyan, ji bo bajarbûyînê guherandin di afirine. Bajara Wan’ê qetran kirina rêyan ra dereng hev nasîn, ber vê yekê ev xebat heja ye.”

Takva, domandina axaftina xwe da; “xebatên Şaredarîya Rêya Armûşê, ji nêz dişopînim, hêvî dikim ku tax û kolanên bajara Wan’ê  tevde bên qetran kirin.” Ji kesayeta Alîkarê Hevserok Birêz Halis ÇAKIR, Şaredarîya Rêya Armûşê spas dikim.

Alîkarê Hevseroka Şaredarîya Rêya Armûşê Birêz Halis ÇAKIR ji got ku; “xebatên wek  qetran kirina rêyan, hatina demsala havînê bi lez didome. Odeya Pîşesazî û Bazırganiya Wan’ê, navendeki kêşe, xala hevdîtina gerdûna karêye ber vê yekê hawirdora wi bipergal be.”  

Takva li dawiyê, xebatkarên Şaredarîya Rêya Armûşê gazîyê sifreya fitarê kir û tev xebatkaran fitarê xwe vekir. 

Galeri
Spasîya Takva, ji Şaredarîya Rêya Armûşê ra
BERİSANDİNA KREDÎYÊ