Serrûpel-Konmala Nûçeyê
-Nûçe
-SEFARETêN AB SERLêDAN PêK ANîNE OPBW.
Sefaretên AB Serlêdan pêk anîne OPBW.
Dîroka Veserbûnê : 22.05.2015 10:23
Xwendinê : 725
Rawêjerên Siyasî yên Sefareta Îngilistan, Beljîka, Portûgal, Sipanîya û Denmark’ê çûn serlêdana Serokê Lijneya Rêweberîya OPBW Necdet TAKVA. Dî Serlêdanê da; Alîkarê Serokê Lijneya Rêweberîya OPBW Yavuz KARAMAN, Cîgirê Serokê Cıvata OPBW Bülent HARMAN û Endamê Lijneya Rêweberîya OPBW Murat BEYAZ ji amade bûn.
Li ser navê Civak a AB Rawêjerê Siyasî yên Sefareta Denmark’ê Stig Paolo Piras axaftineki pêk anî; “ em li Wan’ê hevdîtinên têvel pêk tinin. Lêgerînên me da hat xuya kirin kû, di navbera Odeya Pîşesazî û Bazirganîya Wan’ê û Yekîtîya Ewrûpayê pêwendîyên herî baş hene. Ji ber vê yekê em dizanîn kû OPBW ji bo pêşketîna bajara Wan’ê sazî yekê girînge.”
Serokê OPBW Necdet TAKVA axaftina xwe da; “em ji bo serlêdana we pîr dîlşad bûn, ji bo razemendiyê Wan bajare ki girînge, alîyê çandîni, geştîyariyê û ajalîyê hêze ki veşartî Wan’ê heye, ber vê yekê ji bo beralî kirina razemendên Ewrûpayê em pîştevaniya we dixwazîn.”
TAKVA, berdevama axaftina xwe da; “ em dizanîn kû heyama dawî di navbera Ewrûpa û Îran’ê bîryarên nerm tê xuya kirin, ew ji me dilşad dike. Karsazên Ewrûpayê ger bixwezin bazirganîyê Îran’e ra bikin, pêwîste ragihandinê mera pêk binin, Ji ber ku bazara Îran’ê herî baş em dizanîn.”
TAKVA, tiştên herî girîng anî ziman û dawîya axaftinên xwe da got ku; “Pêvajoya Çareserî ne tenê siyasîye, pêşketina aborî ji pêwîste, ji ber vê yekê pêşariyên marjînal bê nerîtandin û Yekîtîya Ewrûpayê piştevanî bide me. ”