Serrûpel-Konmala Nûçeyê-Nûçe-PÎROZKIRINA ROJA JINAN
PÎROZKIRINA ROJA JINAN
Dîroka Veserbûnê : 10.03.2014 15:55
Xwendinê : 1037
Hêza jinan nîşaneya şaristaniya me ye. Jinên ku em gihandine û mezin kirine, şirîkên heqîqî yên karsaziyê ne jî. Li hemû dinyayê 8ê Adarê wekî Roja Jinan tê pîrozkirin û ji hêla Neteweyên Yekbûyî jî hatiye qebûlkirin. Dema ku ji zawiya mafên mirovan mesele were nirxandin, jin nêviyê civakê pêk tînin, loma jî para wan di jiyana civakî, aborî û siyasî de di asteke bilind de ye.

Jin, hem di qada karsaziyê de serkeftî ne û hem jî bi nifşên ku perwerde dikin û radikin, ji her kesî zêdetir fêdeyê digihînin pêşveçûn û şekilgirtina welat. Ji ber vê yekê em firsendên çi qasî baş pêşkêşî jinan bikin, dê civaka me jî ew qasî bihêz bibe. Divê ev rastî ji aliyê her kesî ve baş were zanîn. Eger em dixwazin ji hêla civakî ve dewlemendiyeke baş bidest bixin, divê em firsendan bidine jinan û jimara  muteşebbisên  jin zêde bikin. Bi van fikr û hestan, 8ê Adarê ku Roja Jinên Cîhanê ye pîroz dikim. Li gel silav û rêzên min.
Galeri
PÎROZKIRINA ROJA JINAN
BERİSANDİNA KREDÎYÊ