Serrûpel-Konmala Nûçeyê-Nûçe-MİZGîNİYA DERİYê SîNOR DERBASBûNA BêNAVBER û BêSEKAN
Mizgîniya Deriyê Sînor derbasbûna bênavber û bêsekan
Dîroka Veserbûnê : 28.03.2024 15:57
Xwendinê : 111

Di encama hewldananên dijwar de Deriyê Sînor a Kapikoyê ji derbasbûna bênavber û bêsekan re hate vekirin.

 

Di daxuyaniya fermî de hate ragihandin; barkêşên barkirî yên bazirganên ku karê derhanîn û derfroşiyê dikin, îro pê ve dikarin Deriyê Sînor a Kapikoyê de bênavber û bêsekan derbasbibin.

 

Serokê Lijneya Rêveberiya ya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê Necdet Takva derbarê mijarê de daxuyanî da; “Berî her tiştî Alîkarê Wezîrê Bazirganiyê Volkan Agar ku di vî warî de piştgirî da me û Waliyê hêja yê parêzgeha Wanê Ozan Balci, Parlamenter Burhan Kayaturk, siyasetmedarên me yên din, Alîkarên Waliyên Herêma Îranê, Serokên Odeyên Bazirganî û Pîşesaziyê yên Komara Îslamî ya Îranê, nûnerê Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Wanê ya Îranê Semed Poursoltanî û kedkarên vî encamê, em spasiya wan dikin.

 

Takva berdewamiya axaftinên xwe de; “Ew pirsgirêkek bû, ku em bi salan e pê re têdikoşin. Pêwîst e em qîmetê bidin ku pêşketina Deriyê Sînor a Kapikoyê heta roja îro; hewldanên Alîkarê Wezîrê Serdemê Fatîh Çîftçî pir bûn. Li gorî biryarên ku bi fermî ketine destê me, dê ji niha û pê ve Deriyê Sînor a Kapikoyê ji derbasbûna bênavber û bêsekan re vekirî be. Her bazirgan, îro pê ve berhemên çandiniyê li welatê Îranê bar bike û beyî ku li bende,  ji Deriyê Sînor a Kapikoyê re yê derbas bike.

 

Ji ber ku di dîroka Wanê de ev yekem e, em hemû bi peroşdar û pir kêfxweş in. Armanca me ya tevahî ew e ku bazirganên me di bazirganiya xwe de bi ser bikevin û bigihîjin serkeftinê. Demek dirêje em bi vê mijarê re mijûl dibûn, lê di encamê de daxwazên me guncav hatin dîtin û Deriyê Sînor a Kapikoyê ji derbasbûna bênavber û bêsekan re hate vekirin.

BERİSANDİNA KREDÎYÊ