Dîrok
Li dinyayê derketina Odeyên Pîşesazî û Bazirganiyê, rastî  dawiya sedsala 16emîn tê. Rêxistina ku pêşî navê Odeya Bazirganiyê hildaye Odeya Bazirganiya Marsîlya ye ku sala damezrîna wê 1600 e. Li Emrîkaya Bakur Odeya Bazirganiyê ya pêşî di 1768an de li New Yorkê ava bûye. Li Kanadayê jî Odeya Bazirganiyê cara pêşî di 1804an de li Halifaxê vebûye.

Odeyên Pîşesazî û Bazirganiyê de xala hevpar ew e ku ji bo otorîteya dewletê û kargehan karê şêwirmendiyê dikin. Vê fonksiyonê bicih tînin.

Taybetmendiyeke hevpar a Odeyên Pîşesazî û Bazirganiyê li dinyayê ew e ku di bin banê organîzasyoneke neteweyî ya serekî û navendî de têne cem hev. Li welatê me mînaka vê Yekîtiya Odeyan û Borseyan ya Tirkiyê ye.

Di civaka Osmaniyan de, fikrê Odeyan, piştî bizava Rojavayîbûnê hatiye rojevê. Fermana Islahatê ya ku di sala 1856an de derket, gelek reform û nûjenî di xwe de diheband. Bi vê fermanê bazirganan pêwistiya rêxistinbûyinê û avakirina odeyê ferq kiriye. Piştî fermanê, nîzamname hatine belavkirin û Ode ava bûne.

Odeya  Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê; safîkirina pêwistiyên hevpar ên endamên xwe, asankirina çalakiyên wan ên pîşegerî, saxkirina geşedana karbendî di çarçoveya berjewendiyên giştî de û parastina  rêzkarî, exlaq û yekrêziya meslekî di xwe de dihewîne da ku duristî û pêbawerî hem di nav endaman bi xwe de hem jî di nav xelkê de belav be. Herwiha bi armanca pêkanîna xizmetên di qanûnê de nivîsandî û bi mewzûatê li ser Odeyan hatine barkirin, di sala 1962an de, di çarçoveya Zagona 5174 de wekî saziyên gelemper hatiye damezrandin.
 
 
BERİSANDİNA KREDÎYÊ