Serrûpel-Konmala Nûçeyê-Nûçe
Nûçe
Mizgîniya Deriyê Sînor derbasbûna bênavber û bêsekan
Mizgîniya Deriyê Sînor derbasbûna bênavber û bêsekan
Di encama hewldananên dijwar de Deriyê Sînor a Kapikoyê ji derbasbûna bênavber û bêsekan re hate vekirin.   Di daxuyaniya fermî de hate ragihandin; barkêşên barkirî yên bazirganên ku karê derhanînû derfroşiyê dikin, îro pê ve dikarin Deriyê Sînor a Kapikoyê de bênavber û bêsekan derbasbibin.   Serokê Lijneya Rêveberiya ya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê Necdet Takva derbarê mijarê de daxuyanî da; “Berî her tiştî Alîkarê Wezîrê Bazirganiyê Volkan Agar ku di vî warî de piştgirî da me û Waliyê hêja yê parêzgeha Wanê Ozan Balci, Parlamenter Burhan Kayaturk, siyasetmedarên me yên din, Alîkarên Waliyên Herêma Îranê, Serokên Odeyên Bazirganî û Pîşesaziyê yên Komara Îslamî ya Îranê, nûnerê Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Wanê ya Îranê Semed Poursoltanî û kedkarên vî encamê, em spasiya wan dikin.   Takva berdewamiya axaftinên xwe de; “Ew pirsgirêkek bû, ku em bi salan e pê re têdikoşin. Pêwîst e em qîmetê bidin ku pêşketina Deriyê Sînor a Kapikoyê heta roja îro; hewldanên Alîkarê Wezîrê Serdemê Fatîh Çîftçî pir bûn. Li gorî biryarên ku bi fermî ketine destê me, dê ji niha û pê ve Deriyê Sînor a Kapikoyê ji derbasbûna bênavber û bêsekan re vekirî be. Her bazirgan, îro pê ve berhemên çandiniyê li welatê Îranê bar bike û beyî ku li bende, ji Deriyê Sînor a Kapikoyê re yêderbas bike.   Ji ber ku di dîroka Wanê de ev yekem e, em hemû bi peroşdar û pir kêfxweş in. Armanca me ya tevahî ew e ku bazirganên me di bazirganiya xwe de bi ser bikevin û bigihîjin serkeftinê. Demek dirêje em bi vê mijarê re mijûl dibûn, lê di encamê de daxwazên me guncav hatin dîtin û Deriyê Sînor a Kapikoyê ji derbasbûna bênavber û bêsekan re hate vekirin.
Kîtekît
Dîroka Veserbûnê : 28.03.2024 03:00
Xwendinê : 70
Daxwaza me bihêzbûna bazirganiya Herêma Kurdistanê ye
Daxwaza me bihêzbûna bazirganiya Herêma Kurdistanê ye
Daxuyaniyên Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê Necdet Takva li ser Rudaw Kurdî yê:'Em dixwazin bazirganiya bi Herêma Kurdistanê re bihêz bibe'   Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê Necdet Takva ragihand ku Wan bûye navendeke geş a geştiyariyê û ew dixwazin geştiyarên Herêma Kurdistanê jî werin Wanê. Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê Necdet Takva beşdarî bernameya Rûdawa Îro ya Nwêner Fatîh bû. Necdet Takva bal kişand ser rêjeya hejariyê ya li Wanê û ragihand ku Wan yek ji bajarên herî hejar e li ser asta Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û rêjeya bêkariyê jî li Wanê pir zêde ye. Necdet Takva, amaje bi erdnîgariya stratejîk a Wanê ya di warê bazirganî û geştiyariyê de kir û got: “Em dixwazin Wan bibe dostê her aliyekî. Em dixwazin aborî û geştiyariya Wanê geştir bikin. Em 80 kîlomatreyan dûrî Îranê ne û di navbera me de deriyê sînorî heye. Heta sala 2015an me nedizanî Îran ji bo me potansîyeleke baş a geştiyariyê ye. Ji wê demê ve me gelekî girîngî da sektora geştiyariyê û sektora geştiyariya Îranê û di wî warî de em gelekî pêşketin. Di sala 2023yê de 800 hezar geştiyarên Îranî serdana Wanê kirin. Em ji vê gelekî kêfxweş in. “   “Em dixwazin bi Herêma Kurdistanê re jî kar bikin” Takva behsa giringiya geştiyarî û bazirganiya navxweyî ya Kurdan jî kir û wiha dewam kir: “Plana me heye di serdema pêşiya me de ligel Herêma Kurdistanê kar bikin. Em ligel Herêma Kurdistanê bi heman zimanî diaxivin. Em yek netewe ne. Em dixwazin xelkê Herêma Kurdistanê werin serdana Wanê û xelkê Wanê jî biçin serdana Herêma Kurdistanê bikin. Li ser vê mijarê projeyên me hene û xebatên me berdewam dikin. Piştî Cejna Remezanê yan jî Cejna Qurbanê em ê bên Herêma Kurdistanê û li ser berbestên li pêş bazirganiyê gotûbêj bikin.”   “Di nava 81 parêzgehan de yê herî hejar Wan e” Necdet Takva bi bîr xist ku Wan bi giştî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê parêzgeha herî hejar e. Takva sedemên hejariya Wanê jî wiha aşkere kir: “ Hinek berbest hene. Berbesta serekî jî nêrîna berpirsan a li Wanê ye. Rêveberên me ji bo pêşketina Wanê wekî pêwîst kar nakin. Em wan her demê rexne dikin. Rexneyên me ji bo berjewendiya xelkê me û baştirkirina rewşa aboriyê ya bajarê me ye. Weke nimûne piştgiriya desthilatê nebe bajarê me pêş nakeve.”   “Li Wanê nêzîkî 200 fabrîqe û kargeh hene” Di beşeke din a axaftina xwe jî de Necdet Takva, amaje bi wê yekê kir ku li Herêma Pîşesaziyê ya Wanê 200 fabrîqe û kargehên di warê înşaet, xwarin û ajaldariyê kar dikin hene. Ji bo pêşketinê derfetû potansiyel heye lêbelê kêmasî hene û jêrxan amade nîne.” “Em dê derfetan pêşkêşî karsazên Herêma Kurdistanê bikin” Herwiha Takva behsa bihêzkirina pêwendiyên bazirganiyê ligel karsazên Herêma Kurdistanê jî kir û wiha got: “Di destpêkê de ji bo em derfetên karsaziyê yên li Herêma Kurdistanê nas bikin divê em serdana Herêma Kurdistanê bikin û gelek caran herin û werin. Divê em karsazên Herêma Kurdistanê bînin û derfetên kar pêşkêşî wan bikin.Karsaz mirovên baqil in, divê bizanibin bê ka rewş çawa ye. Pêşbîniyek bi wan re çêbe kar nakin. Ev tiştekî siruştî ye.”   “Wan xwedî dîrokeke 7 hezar salî ye” Di beşeke din a axaftina xwe de Takva dîroka Wanê jî bi bîr xist û da zanîn ku Wan divê pêwendiyên xwe ligel Hewlêr, Silêmanî, Zaxo û Duhokê bihêztir bike. Derbarê pêşxistina sektora geştiyariya Wanê jî Takva got: “Geştiyarî bingeha hemû sektoran e. Karsaz dikarin bên û bibînin bê ka dikarin di vî warî de çi karî bikin û lêkolînan bikin. Wan beriya Enqereyê û Stenbolê bi 7 hezar salî paytext bû. Em behsa dîrokeke 7 hezar salî dikin. Xwedî dîrok û çandeke wisa ye. Em dikarin li ser vê kar bikini û ji neteweyên din re bidin nasandin. Cîranê me yê herî nêzîk Herêma Kurdistanê, Îran û Ermenistan e. Divê em bikaribin bajarê xwe bi însanên wê derê re bidin nasîn.”   “Rêya Geşepêdanê rêyeke stratejîk e” Di dawiyê jî de Takva behsa projeya Rêya Geşepêdanê jî kir û got,“Em îro bixwazin ji Wanê biçin Herêma Kurdistanê du rêyên me hene. Yek ji van jî deriyê sînor ê Çêlê- Serzêrê ye ku ji aliyê jêrxana xwe ve gelekî xirab e. Ya din jî rêya Êlihê yê ya di ser Deriyê Sînor ê Xabûr-Îbrahîm Xelîl re ye ku herî kêm 6 demjimêran dikişîne. Eger tevahiya projeya Rêya Geşepêdanê were cîbicîkirin hem Tirkiye, hem Herêma Kurdistanê, hem jî Îraq, Erebistana Siûdî û Rojhilata Navîn sûdê jê werdigirin. Ev projeyek stratejîk e. Helbet ger Tirkiye vê projeyê bi cih bîne û rê bi tevahî were vekirin, dê navbera Wan û Îbrahîm Xelîl ji 6 demjimêran dakeve du demjimêran. Eger rêya Serzêrê jî were amadekirin, hûn dikarin ji wir di nava 3 demjimêran de xwe bigihînin Wanê. Ev projeya Rêya Geşepêdanê ku projeyek navneteweyî ye ji bo me girîng e, dê bazirganiya di ser Şirnexê re hêsan bike û rengê me biguhere. Dema Serokkomarê me çend roj berê hat Wanê yek ji daxwazên me yên herî bingehîn jî ji wî ev bûn.“ Nûçe: Rûdaw TV:https://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/260320244
Kîtekît
Dîroka Veserbûnê : 27.03.2024 03:00
Xwendinê : 107
Rojev: Bazirganiya Derve!
Rojev: Bazirganiya Derve!
Rojev: Bazirganiya Derve!   Serok û Alikarê Meclîsê, Endam û Şêwirmendên Lijneya Rêveberiyê ya OBPW, ligel serokên odeyên herêmê çûn serdana Alîkarê Wezîrê Bazirganiyê Volkan Agar. Di serdanê de; şandeya me li ser pirsgirêkên bazirganiya derve û pêşniyarên çareseriyê nirxandin.   Rojevên civînê: Têkiliyên odeya me ya Îranê, Vekirina Kapıkoyê ji derbasbûna bênavber û bêsekan, Bila Bankên Îranê li Wanê şaxên xwe vekin, Şîrketên Îranî hesabên bankê vekin, Konsolosxaneya Îranê li Wanê kar bike, Divê şebekeya rêyên hesinî ya bênavber bê avakirin Desthilatdariya pispor bidin Gumrika Wanê Avakirina qada STM (Navenda Bazirganiya Sînor), Gerinendeyê Karantînayê ya çandiniyê vekin, Ezmûngeha gumrikê ya bi tevahî bê saz kirin, Zêdekirina hedên bazirganiya sînor, Eximbank ji bo Wanê pêdivî ye! Divê deriyên Hanesor û Çillî bên vekirin, Divê herêma pîşesaziyê ya hevpar a Tirkiye û Îranê bê avakirin, Divê navendeke lojîstîkê bê avakirin, Divê seferên balafir û trênê yên Tehran, Urmiye û Wanê bên kirin. Divê Nûnertiya Karên Derve bê xurtkirin, Divê pasaporta kesk bidin bazirganan, Divê çûn û hatin bi nasnameyan wre kirin, Xizmetên ku li Deriyê Gumrukê yên Kapikoyê tên kirin, Dîmena giştî ya Kapıkoyê… Di civînê de; Serokê Meclîsê ya OBPW Turan Avcî û Alîkarê wî Mehmet Faruk Altinal, Serokê Rêveberiyê Necdet Takva, Alîkarên Serokê Rêveberiyê Fevzi Çeliktaş-Mehmet Deger û Omer Yilmaz, Endamên Rêveberîyê Burak Gultepe-Mahmut Koroglu-Reşit Yaren-Fahri Borak-Kadir Gulgeldi, Şêwirmendê Lijneya Rêveberiyê Emre Kuçukgokçe, Şêwirmendê Lijneya Rêveberiyê ya Îranê Samed Poursoltanî amade bûn. Her wiha; Serokê Lijneya Rêveberiyê ya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Agiriyê Saim Alpaslan. Serokê Lijneya Rêveberiyê ya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya îdirê Kamil Arslan. Serokê Lijneya Rêveberiyê ya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Erdexanê Çetin Demirci. Serokê Lijneya Rêveberiyê ya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Bazîdê Cemal Can. Serokê Lijneya Rêveberiyê ya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Geverê Salih Ozdemir jî beşdarê bernameyê bûn.  
Kîtekît
Dîroka Veserbûnê : 23.02.2024 02:00
Xwendinê : 84
Serok Takva: Malbata Aslan Pîroz Dikin
Serok Takva: Malbata Aslan Pîroz Dikin
Eylul Gida hate vekirin. Kargeha Eylul Gida ku ji aliyê Malbata Aslan a yek ji malbatên girîng ên Wanê hate avakirin. Kargeh;li ser qadeke 2 hezar û 500 metrekare hatiye avakirin û dê 50 kes bê cîh kirin.   Şaredarê Tûşba Salîh Akman, Lijneya Rêvebir a Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê, karsaz, nûnerên karen darayî û gelek mêvan beşdarî merasima vekirina Eylül Gidayêbûn. Eylul Gida li Taxa Kalecîkê ket xizmetê   AKMAN: JI BO BAJARÊ ME VEBERHÊNANEKE GIRÎNG   Şaredarê Tûşbayê Salîh Akman axaftinek kir û diyar kir ku; ev veberhênana giranbaha ji bo bajarê me pir girîng e. Veberdêr ji bo me pir hêja ye. Heya ku hilberandin nebe, pêşketina parêzgeha me û welatê me jî çênabe. Veberhênana li vir dê alîkariyek mezin bide kar û geşepêdana parêzgeha me. Ez gelek spasiya malbata Aslan dikim ku vê veberhênanê li bajarê xwe kirine.   GAVEKE WÊREK HATIYE AVÊTIN Serokê Odeya Bazirganî û Pişesaziyê ya Wanê Necdet Takva jî di vekirinê de axaftinek kir. Îro ji bo vekirina Eylul Gidayê em bi hev re ne. Ev veberhênan ku li ser qadeke 2 hezar û 500 mitroçarçik hatiye avakirin û 50 kes tê de dixebitin. Di serî de ez spasiya Mehmet Salih Aslan û malbata Aslan dikim ku ev veberhênanê biqîmet pêkanîn. Em kêfxweş bûn ku malbata Aslan li hev civiyan dema ku aborî di nav tengasî û fikaran de bûn û lêkolîn kirin û vê pêngava wêrek avêtin  
Kîtekît
Dîroka Veserbûnê : 31.07.2023 07:00
Xwendinê : 136
BERİSANDİNA KREDÎYÊ